Li Kongoyê şewba Ebolayê sînorê 4 hezarî derbas kir
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara bûyerên Ebolayê 4 hezar derbas kir. Rêjeya belavbûna bilez fikarên li ser taybetmendiyên vîrusê zêde dike.
Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê, bûyerên şewba Ebolayê 4 hezar derbas kir. Ev zêdebûn, fikarên tenduristiyê zêde dike û rêxistinên tenduristiyê yên Efrîqî û navneteweyî, ji bo lêkolînkirina guhertînên di vîrusê de, dest bi amadekariya lêkolînan kirin.
Hejmara bûyeran berê 3 hezar û 900 derbas kiribû û niha jî 4 hezaran derbas kir. Ev nîşan dide ku bûyerên nû bi berdewamî tên tomar kirin û li hinek herêmên bandorbûyî belavbûn berfireh dibe.
Bi zêdebûna bilez a hejmarên bûyer û mirinan re, pirsên gelo di vîrusa Ebolayê ya berpirsiyarê şewba heyî de guhertinên gengaz hene an na, hat rojev e.
Navendên Efrîaayê ya Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan (ACDC) ya binavê xwe ya din Ajansa Tenduristiyê ya Efrîqayê, bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re, ji bo lêkolînkirina avahî û belavbûna vîrusê dest bi amadekariya lêkolînek hevpar dike. Ev însiyatîf, ji ber fikarên belavbûna bilez a cureya Bundibugyo ya vîrusa Ebolayê dibe ku bi guhertin an mutasyonên ku dikarin bandorê li taybetmendiyên vîrusê bikin ve girêdayî be, tê destpêkirin. Lêbelê, ji bo piştrastkirina vê yekê, divê lêkolîn û analîzên zanistî yên zêdetir bên kirin.
Rêveberê Giştî yê Navendên Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ên Efrîqayê (ACDC), diyar kir ku giraniya şewba Ebolayê ya Bundibugyo "bê mînak" e û ew ê ji bo fêmkirina pêkhatina mutasyonê ya di vîrusê de dest bi lêkolînên taybet bikin.
Zêdebûna hejmara bûyeran, ji bo rayedarên tenduristî yên Komara Demokratîk a Kongoyê yên bi salan e bi şewbên dubare yên Ebolayê re rûbirû ne, dibe sedema dijwariyek nû. Ebola wekî yek ji nexweşiyên vîrusî yên herî kujerde tê zanîn.
Hewldanên tenduristiyê, niha li ser şopandina bûyerên nû, xurtkirina hewldanên bersiva şewbê, destnîşankirina avahiya vîrusê û faktorên li pişt belavbûna wê ya bilez, radiweste.