Li Kobanê zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da

Di encama dorpêça li dijî bajarê Kobanê de zarokê bi navê Dildar Rêzan Hiso yê 12 salî ya nikarî bû ji ber nexweşiya xwe ya Breez tedawiya xwe berdewam bike, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ji dîroka 20`ê Çileyê ve Kobanê dorpêç kirine. Di aliyê tenduristiyê de gelek nexweş hene ku derveyî Kobanê tedawiya xwe dikirin. Yek ji wan jî zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso bû.

Malbata Dildar Hiso ew demeke dirêj bû li nexweşxaneya El Camiî ya Helebê ew tedawî dikirin. Piştî 26 rojan ji dorpêçê laşê Dildar êdî nema tehemul dikir, diviyabû derbasî Helebê bûbane.

Duh Dildar Hiso ji ber nexweşiya xwe ya Breez li nexweşxaneya Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên malbata wî dektorê tedawiya Dildar dike li Helebê ye, dikarîbû wî derman bike û ew wefat neke. Ji ber dorpêça li ser Kobanê û qutbûyîna rêya di navbera Kobanê û Helebê malbatê nikarîbû Dildar derbasî Helebê bike.