Li Kobanê ya di bin dorpêçê de berf ketiye cihê avê

Ji ber dorpêça çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam a li ser Kobanê, birandina av û cereyanê, şeniyen li bajar di cihê avê de berfê dihelînin û pêdiviya xwe ya avê wisa bi cih tînin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Kobanê– Kobanê ya ku niha tevî şêniyên wê gelek kesên ji ber êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam koçberî bajar bûne; di dorpêçeke giran de ye. Di serî de av û cereyan, tu pêdiviyeke jiyanê nakeve bajar. Saziyên alîkariya mirovî, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdengiya xwe didomînin.

Bi hezaran mirovên ku ji ber Heyet Tehrîr el-Şam û komên bi pere yên dewleta Tirk, neçar man ji bajarê Reqayê koçberî bejahiya Kobanê bibin, li nexweşxane û dibistanan dimînin. Li Kobanê ya di bin dorpêçê de ji ber ku av û cereyan bi tevahî hatiye birîn, xureka heyî ya li bajar li ber qedandinê ye; rewş her diçe dikeve xeterê. Li bajar heta niha, 5 zarok, ji ber ber sermaya zêde û kêmxwariniyê mirine.

Li bajar bi birandina avê re, koçber berfê kom dikin, li ser sobeyan dihelînin û bi kar tînin.

Gelo heta kengê ev êş û koçerî…

Gurbet Berkel a dayîka 9 zarokan ku ji bajarê Reqayê koçber bûye, got ku ji ber êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam neçar maye ji bajar bireve. Gurbet Berkel diyar kir ku çeteyan li bajar eşîrên Erebe li hemberî Kurdan sor kirine û got ku ji tirsa kuştinê bi cilen ser xwe bi malbata xwe re jib ajar reviyane.

Gurbet Berkel, diyar dike ku berfa ji bexçeyê dibistanê kom kiriye li ser sobeyê dihelîne û bi kar tîne û dibêje ku zirara wê hebe jî ew neçar in bi wê yekê pêdiviya xwe ya avê bi cih bînin.

Gelek koçberên ji Reqa û Sirînê li dibistanên Kobanê dimînin

Bi gelek koçberên ku ji Reqa, Sirîn û bejahiya Kobanê ya di bin dagirkeriya çeteyan de hatine bajar, li Kobanê, li dibistan, eywanên perwerdeya xwendekaran de jiyana xwe didomînin. Dibistan veguheriye stargehê. Gurbet Berkel a ku nexweşa dil e, diyar dike ku çendek berê emeliyata dil derbas kiriye lê ji ber ku bi lez û bez ji mala xwe derketiye dermanên xwe bi xwe re neaniye. Her wiha dide zanîn ku ji ber dorpêça li ser bajar, tu alîkariyê negirtiye, ji hefteyeke zêdetir e ji ber ku serma ye û betaniye tune ye nikare rakeve.

Li Reqayê malên Kurdan talan dikin û dûre dişewitînin

Gurbet Berkel diyar dike ku dema gihîştiye Kobanê hîn bûye ku serê cîranê wê ji ber ku Kurd bûye hatiye jêkirin, du keçên wî jî hatine revandin û got ku piştî her tiştê li malê girtine û birine, agir bera malê dane.

Gurbet Berkel a ku nikare rondikên xwe bigre wiha dibêje: “Gelo em Kurd çima her dem tên kuştin û koçber dibin? Jiyana Kurdan her dem koçberî ye, ji cihekî neçar dimînin biçin cihekî din û cihekî lê bi cih bibin nabînin. Çima zulma li ser me ji xwe re maf dibînin? Cîhan li hemberî van kiryarên hovane bêdeng e. Mirovahî nemaye qey? Bi ked û xwîna zarokên xwe me cîhanê ji DAIŞ’ê rizgar kir lê îro tu kes ji bo vê makîneya şer a ku li dijî me xistine dewrê rawestîne tiştek nake.”

‘Heman senaryo careke din li ser dikê ye’

Gurbet Berkel got ku HTŞ tiştên ku DAIŞ’ê kiribûn dike û wiha got: “Bi dirûşmên xwe û polîtîkayên xwe yên li dijî civaka Kurd, heman tiştî dike. Di serdema DAIŞ’ê de Kurd bi darê zorê ji Reqayê hatin derxistin, niha jî heman senaryo heye. Revandina jinan, serjêkirina mirovan didome û cîhanê çavên xwe ji vê hovîtiyê re girtiye.”

Gurbet Berkel, li ser rewşa heyî ya li Reqayê wiha got: “Îdia dikin ku bajar azad kirine lê malan talan dikin, pereyê ji ser mirovan digrin, jinan direvînin. Ev hemû bi wêne û vîdyoyan hatine belgekirin. Malên Kurdan bi dozeran hildiweşînin. Wan komên bi pere dixebitin, ji ber parvekirina xenîmetê bi hev re şer dikin.”

‘Em ê li Kobanê çarenûsa xwe diyar bikin’

Gurbet Berkel bal kişand ku êdî sebir nemaye, got ku divê çareyek ji van kiryarên li dijî gelê Kurd re were dîtin û wiha domand: “Em ji ber şer, êrîş û koçberiyê bêzar bûn. Bes e evqas zulum. Em tenê jiyana bi rûmet û aram dixwazin. Em ê çiqas êdî tehemul bikin? Em êdî vê zulmê qebûl nakin. Gelek mirovên me hatin kuştin, gelek caran em hatin koçberkirin. Evqas bes e. Em ê li Kobanê çarenûsa xwe diyar bikin. Li dijî zulm û komkujiyan em ê çekan bigrin, careke din ji cihê xwe dernekevin. An em ê bi rûmeta xwe bijîn an jî bi bi serbilindî li ser axa xwe bimrin.”

Gurbet Berkel herî dawî bang li Kurdên çar aliyên cîhanê kir û wiha got: “Kurdên li Rojava rastî qirkirinê tên. Ew rûmet û namûsa Kurdistanê ne. Divê her kes xwedî li wan derbikeve û destûr nede vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan were qirêjkirin.”

https://youtu.be/5jyNJjC78xw