Li Kobanê pîrozbahiya 19'ê Tîrmehê: Me hebûneke bi rûmet hilbijart
Bi Hezaran şêniyên bajarê Kobanê 13'emîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê li gel komeke hunermendên ji welat û derveyî wê pîrozkirin.

Kobanê – Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, jin, ciwan, zarok û tevî rêveberî, rêxistin û saziyên kantona Firatê, her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk, di bin silogana ‘Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê em bi hev re jiyaneke aştiyane û civakeke demokratîk ava bikin’ 13.emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîrozkirin.
Şahiya ku Kurd û Ereb têde amedebûn li qada şehîd Egîd hat birêxistinkirin, qad bi wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên şoreşê, alên Kongreya Star, Rêveberiya xweser û ya Sûriyê, hatibû xemilandin.
Di bernameya şahiyê de stran û hûnerên dewlemend hatin pêşandan. Ji Rojhilatê Kurdistanê hunermend Jala Rojhilat, hunermend Dilo Doxan yên ku ji derveyî welat berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, her wiha Telab Elnazir, koma hunermendên bajarê Kobanê û koma govendê ya Ermeniyan hûnera xwe pêşkêşkirin. Di şahiyê de bê navber xelekên govendê hatin gerandin û siloganên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin.
Di şahiyê de gelek peyam hatin dayîn, bi taybet ji aliyê Kongra Star û YPJ’ê ve peyamên girîng hatin dayîn.
‘Me bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa xwe parast’
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl wiha got: “Em îroj 13 salên şoreşa xwe temam dikin. Çirûska ku ji bajarê Kobanê li dijî zordestî, înkar û qirkirinê destpêkir, avakirina pergaleke demokratîk, azad û wekhev armanc girt. Piştî 13 salan diyar dibe ku armanca me biserket û îroj bi pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk re me dikarbû em yekîtiya jin û gelên azadîxwaz, demokratîk û wekhev avabikin. Me bi hevgirtina xwe ya Kurd, Ereb, Asur, Çerkez û Ermenan dikarbû li hember hemû rêbaz û hewildanên tesfiyakirina şoreşê liberxwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin. Weke Rêveberiya Xweser em soza bicihanîna erka xwe careke nû dikin da ku em bighêjin Sûriyeke nenavendî, demokratîk û aram.”
‘YPJ’ê hêza garantor a parastina şoreşa jinan e’
Endama fermandariya YPJ’ê Sarya Efrîn wiha got: “Ji bo ku em bikarbin şoreşeke wiha lidar bixin û bighînin van rojan, xwîna hemû parçeyên Kurdistanê û şervanên enternasyonalîst rijya. Ji xwe dema em dibêjin şoreş, yekser bajarê Kobanê tê bîra me ku ji bo gelan û bi taybet jinan çirsûka azadiyê li ser vê erdîngariyê destpê kir. Ji bo vê jî eger îroj şoreş gihîştiye lutkeyê û îlham dide hemû cîhanê, ev yek xwe dispêre pêşengiya jinan. Weke YPJ’ê jî ku em xwe hêza garantor a parastina jinan dibînin ku me bi parastina jinên Kurd destpê kir a niha jî em xwe weke parêzvanên tevahî jinên Sûriyê pênase dikin. Ger me ev yek nikra, ez bawerem wê niha çarenûsa gel û jinan jî weke Elewî û Durziyan be. Ji ber vê jî em di parastina nirx û destkeftiyên şoreşa xwe bi îsrar in û ji bilî serkeftinê tu riyên me yên din tune ne.”
‘Me bi têkoşîn û felsefeya Rêber Apo şoreş veguherand şoreşa jin’
Di heman çarçoveyê de endama rêxistina Kongra Star Xûnav Xelîl: “Jinên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya şoreşa 19’ê Tîrmehê û bi bingehgirtina bîrdoziya Rêber Apo, felsefeya Jin-jiyan-azadî û xeta jina azad dikarbûn şoreşê veguherînin şoreşa azad jin û civakê. Guhertin û veguhertinên ku li qada şoreşê pêkhatin, îlham da hemû jinên cîhanê ku jin bê navber berê xwe didin vir. Li ser vê bingehê binirxe ku em îroj bêjin me bi dehan destkeftî qezenckirin û em vê yekê serbilindin. Bi vê boneyê em dibêjin ku emê şoreşa xwe pêşde bibin û gerdûnî bikin. Em di têkoşîna xwe azadiya hemû jinan armanc digirin û em di vê yekê bi îsrar in.”