Jinên Suweydayê komkujiyên tên kirin anîn ziman

Şahidiyên du jinan ji bajarê Swêda yê Sûriyeyê rastiya tevahî ya tiştên ku li herêmê diqewimin eşkere dikin. Jinan bang li civaka navnetewî kirin ku dengê rûmeta mirovahiyê di nava hilweşînan de were bihîstin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Bajarê Suweyda ya Sûriyeyê, di nava pevçûnên ku bi rojan didome de, bi komkujiyan û binpêkirinên mafan re rû bi rû tê. Li Suweydaya ku hefteyek ji aliyê cîhadîstên Heyet Tahrir el-Şam’a (HTŞ) ve êrîşî sivîlan hat kirin, hat talankirin. Jinan di van êrîşan de zarokên xwe winda kirin, hatin qetilkirin û revandin. Şahidan tiştên hatin jiyîn wek sehneyên tirsê ku ‘hêza xeyalan derbas dike’ binav kirin.  

‘Daxwaza me serwerbûna aştiyê ye’

Selam Reşîd têkildarî bûyerên li Suweyda axivî û tiştên hatiye jiyîn ji ajansa me re anî ziman û got: “Ez li bazarên li navenda bajêr digeriyam. Ji nişka ve dengê bombe û topan bilind bûn. Erd hejiya, mirovan di nava tirsê de diqêriyan û zarok digiriyan. Bêyî ku em bizanin çi ye ji tirsan me teva dest bi revê kir.”

Selam Reşîd da zanîn ku tiştên ku îro diqewime, nîşaneya hêrsa li dijî civaka Dûrzî ye û wiha domand: “Me êrîşî kesî nekir. Destpêkê me destpê nekir. Em tenê parastina xak û rûmeta xwe dikin. Ciwanên me bi rûmet û cesaret têkoşiyan. Êdî tekane daxwaza me, bi dawîbûna van qetlîamên bi tirs in û hatina aştiyê ye.”

‘Malên me bûn stargeha me ya neçar’

Darîn Azzam jî tiştên beriya du hefteyan jiyan kiriye wiha anî ziman: “Ez li Fakulteya Hunerên Ciwan a li Suweyda bûm. Di wê demê de, nûçeya ku li ser rêya Şamê, êrîşî li dijî kamyona sebzeyan hate kirin hat. Hêzên bi navê ‘ewlehiya giştî’ dest danîne ser kamyonê, heqaret li mirovên di hindir de kirin û ew derb kirin. Ev bûyer xeberdariya pêla tundiyê ya hê mezintir bû. Li herêma Makus bûyer bi zanabûn hat derxistin. Em li gel xwendekaran di fakulteyê de man. Me nedikarî derkevin. Tenê me li tiştên dihat jiyîn temaşe dikir. Dema pevçûn hinek sekinîn, bi tirsa mirinê em reviyan malên xwe. Piştî wê rojê, malên me bûn startgeha meya neçar.”

Darin Azzam diyar kir ku medya bûyeran berovajî dikin û got: “Rêveberiya demkî, bûyerên ku li ser medyayê wek ‘operasyona lêkolîna pevçûnan’ ragihand. Lê belê rastî ne wisane. Roja piştî wê, gundên derdora bajar ji aliyê gel ve dihatin parastin. Di wê demê de erebeyek nêz bû bombe avêt. Hinek mirov li wêderê mirin, hinek jî winda bûn. Di nav ên winda de xalê min heye. Em nizanin ku hê dijî an na.”

‘Cenaze li kolanan bû’

Darin Azzam anî ziman ku tiştên hatine jiyîn ne asan bûn û wiha domand: “Yekîneyên leşkerî  ku ji gelek aliyan ve hatin, operasyonek bi çek meşandin. Ev ne pevçûnek asan bû, şerek rast ku tanq û çekên giran tê de hatin bikaranîn bû. Min dehşetek wisa tu caran xeyal nedikir. Piştî dengê guleyan kêm bû, em derketin derve. Kolan tijî cenaze bû. Hinek cenaze bi rojan li erdê man. Kurê cîranê me li ber çavê malbata xwe hatibû qetilkirin. Cenaze 20 saetan li kolanê ma. Kesek jî cesaret nedikir nêz bibe. Nexweşxane êdî ne navendek şifayê, navendek mirinan bû. Ceyran tunebû, sotemenî tunebû, malzemeyên tibî tunebûn. Korîdor tije cenazeyên xirabbûyî bû. Êdî bûbû nevenda belavbûna nexweşiyan. Her aliyek wê çîrokek bi tirs vedigot. Ji derveyî nexweşxaneyê jî dîmenek tirsnak bû. Mal bi temamî hilweşiyan, hinek jê bi erdê re bûn yek. Mirov bêyî ku bên darizandin dihatin înfazkirin. Cîranê me û keça xwe ya 14 salî, li ber mala xwe bi hev re hatin qetilkirin. Ev sehne, êrîşek ku nayê gotin diteyîsîne.”

‘Her binpêkirinek, hêviyên aştiyê bi erdê re dike yek’

Darîn Azzam destnîşan kir ku tiştên jiyan kiriye rast û bê rehim bûz û wiha got: “Ez çîrokek ku belav dibe nabêjim. Min bi çavê xwe dît. Ket hişê min. Hê gelek tiştên ku min negotine hene. Çîrokên ku bi dawî nabin, jiyanên nehatin jiyîn û qêrînên bêdeng... hemû tiştên bê rehm hatin jiyîn, bedêlên herî giran jinan dan. Êşa dayîkên ku bûne şahidê mirina kurên xwe, di rûyê wan de vegeriya şopên kûr. Ev êş bi qasî ku bi gotinan nayê ziman mezin e. Ji 20’ê Tîrmehê ve, tevî agirbest hate ragihandin jî, hê li bajar dengê çekan qut nebûye. Îro jî êrîş pêk hat. Her binpêkirinek, hêviyên aştiyê bi erdê re dike yek.”