Çarenûsa jina Kurd a hatiye binçavkirin nediyar e
Rêxistina mafê mirov a HRNA’yê eşkere kir ku ji jina Kurd Ronak Deştî ya xelkê bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê 8 rojin ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nediyare.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina mafên mirov a HRNA’yê, di nûçeyek xwe de ragihand ku 8 rojin jinek Kurd bi navê Ronak Deştî ya xelkê bajarê Kamyaran a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, hatiye binçavkirin û tu agahiyek li ser çarenûsa wê nehatiye wergirtin.
Hat diyarkirin ku Ronak Deştî roja 13’ê Tîrmehê li Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve bêy fermana dadwer hatiye binçavkirin û birine cihek nediyar.