Li Iraqê kiryarên li dijî rojnamevanan bê ceza tên hiştin
Navenda Nexîl a ji bo maf û azadiya rojnamevaniyê eşkere kir ku di nava 10 salên borî de li Iraqê 100 rojnamevan hatine kuştin.
					Navenda Nûçeyan – Navenda Nexîl a ji bo maf û azadiya rojnamevaniyê, bi boneya “Roja Navneteweyî ya Li Dijî Bêcezatiya Sûcên Dijî Rojnamevanan” derbarê gefên li ser rojnamevanan û hejmara rojnamevanên di nava 10 salên borî de li Iraqê hatine kuştin raporek belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku şeş sal di ser xwepêşandanên Cotmehê re derbas dibe ku 200 kes têde hatin qetilkirin, bi hezaran kes birîndar bûn. Hat gotin ku di nava wan kesan de 30 jê rojnamevan û çalakvan bûn û heta niha jî hikûmeta Iraqê di derbarê lêpirsîna kujeran de ti agahî parve nekirine.
Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku 2 hezar û 700 dosyayên girêdayî kuştin û windakirina mirovan li Iraqê bêy ku bi encam bibin, weke xwe mane.
Di raporê de amarên 10 salên borî yên kuştina rojnamevanan jî hatine eşkere kirin. Li gor raporê di 10 salên borî de 100 rojnamevan li Iraqê hatine kuştin. 11 ji vana ku deh sal di sere derbas bûne, dosyayên wan bi encam nebûne. Hatiye diyarkirin ku ev rewş wisan kiriye ku Iraq bikeve di rêza heftem a welatên ku herî zêde binpêkirin li beramberî rojnamevanan tên kirin.
Hêjayî gotinê ye ku li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji her 10 bûyerên kuştinên rojnamevanan ên li cîhanê, 9 ji wan lêpirsîn li ser nayên kirin. Ji sedî 41’ê rojnamevanan beriya werin qetilkirin gef lê hatine kirin. Her wiha li gor amarên UNESCO’yê jî Iraq, Somalî, Suriye û başûrê Sudanê di rêzên pêş ên binpêkirinên li dijî rojnamevanan de cih digrin.