Li Hesekê banga ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên li Hesekê di meşa bi dirûşmeya “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” de destnîşan kirin ku pêdiviya Rojhilata Navîn bi nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.

Hesekê – Gelên Hesekê jî di bin dirûşmeya “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” de, meşek li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen endam û rêveberên saziyên civaka sivîl beşdarî meşê bûn. Meşvanan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Dem dema azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye” hilgirtin.

Meş li ber çerxerêya Kevokê destpê kir û li ber çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî daxuyanî hat dayîn.

‘Dewleta Tirk li gor banga dîrokî tevnagere’

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Nahid Silêman axivî. Nahid Silêman da zanîn ku pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe pêwîstiya wê bi pêkanîna banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan heye û wiha berdewam kir: “Îro em daketine qadan da ku em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin, pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo tê meşandin şermezar bikin. Di 27’ê Sibatê de Rêbertî banga aştiyê kir. Lê dewleta Tirk a dagirker li gorî wê banga dîrokî tevnagere. Her tim êrîş û siyasetên xwe yên qirkirinê didomîne. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, asta têkoşîn û berxwedaniyê bilind bikin û xwedî li banga rêberê xwe derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî emê her kêlî li qadan bin. “

Daxuyanî bi dirûşmeya “ Bê Serok jiyan nabe “ bi dawî bû.