Li herêma Baxşan a Saravanê pefçûn: Mirî hene

Li herêma nîştecihbûnê ya Saravanê, di navbera hêzên ewlehiyê û kesên çekdar de pevçûnek 9 saetan çêbû. Di encamê de mirin çêbûn, lê hîn jî fikarên derbarê ewlehiya sivîlan û asta zirarê didomin.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Baxşan a Seravan, di navbera hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî û kesên çekdar de pevçûnek nêzîkî 9 saetan qewimî. Li gorî çavkaniyên herêmî, di dema pevçûna li herêma niştecihbûnê de, hejmareke zêde ya yekîneyên leşkerî hatine bicihkirin, rê hatine girtin, çekên sivik û giran û her wiha balafirên bêmirov (ÎHA) jî hatine bikaranîn.

Welatî rû birûyî hêzên ewlehiyê hatin

Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûcistanê ragihand ku ji serê sibê ve bi sedan personelên leşkerî û ajanên bi cilên sivîl, bi wesayîtên leşkerî û zirxî li herêma pevçûnê hatine bicihkirin û rêyên diçin herêmê hatine girtin. Li gorî raporê, welatiyên ku hewl didan nêzîkî herêmê bibin, rû bi rûyî hêzên ewlehiyê hatine.

Her wiha Tora mafên mirovan ragihand ku dengê çekan û teqînan ji deverên cuda yên Baxşanê hatiye bihîstin û ambulans sewqî herêmê hatiye kirin û hate îdia kirin ku gelek personelên leşkerî û ewlehiyê birîndar bûne.

Pevçûn, bi firîna dronên çavdêriyê, gihîştina hêzên piştgiriyê û derxistina birîndaran bi saetan e berdewam dikin. Her wiha li gorî nûçeyan, di dema pevçûnan de avahiyek niştecihbûnê bi topên giran hatiye hedefgirtin.

3 Sûpayê Pasdaran û 4 kesên bi çek hatin kuştin

Di heman demê de, Baregeha Qudsê ya Hêzên Bejayî yên Supayê Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) ragihand ku sê endamên Supayê Pasdaran û çar kesên çekdar di pevçûnan de hatine kuştin. Li beramberî vê, Eniya Şervanên Gel daxuyaniyek weşand û îdia kir ku çeperek ku yek ji yekîneyên wan a li Baxşanê, ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatiye hedefgirtin. Komê diyar kir ku leşkerên wan ên piştgiriyê karîn dorpêçê qismî bişkînin û hin kesên ku li herêmê asê mane derxînin.

Heta niha tu agahiyek fermî nehatiye dayîn

Tevî van daxuyaniyên nakok, hîn jî ti agahiyên serbixwe yan fermî derbarê hejmara rast a mirî û birîndaran a herdu aliyan û rewşa kesên li cihê bûyerê nehatine belavkirin.

Fikara sereke ew e ku pevçûn li herêmek niştecihbûnê ku ji bo nifûsa sivîl xetereyek çêdike qewimiye. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dengê çekan li nêzî malan û girtina rêyên derdor hatiye bihîstin. Lê belê derbarê tehliyekirina niştecihan, ewlehiya jin û zarokan, an jî mirinên sivîl de agahîyên zelal tune ne.

Piştî pevçûn kêm bû jî, hebûneke zêde ya leşkerî li herêmê berdewam kir. Rewşa niştecihên Baxşanê û asta zirara li mal û milkên wan hîn ne diyar e.
Ji bo temaşekirina vîdyoyê li vir bitikîne.