NY: Jinên ducanî li Xezayê di mercên dijwar de dijîn
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku jinên ducanî û dayîkên nû li Xezayê di nava kêmbûna xizmetên tenduristiyê, kêmbûna xurek û xirabbûna şert û mercên jiyanê de, bi şert û mercên gelek dijwar re rûbirû dimînin.
Navenda Nûçeyan – Jinên ducanî li Xezayê di nav hilweşîna xizmetên tenduristiyê, kêmbûna xwarinê û xirabûna şert û mercên jiyanê de ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar in. Ev rewş xetereyên li ser jiyana wan û pitikên wan zêde dike.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku jinên ducanî û dayîkên nû li Xezayê bi şert û mercên dijwar re rûbirû ne. NY’ê ragihand ji ber ku dayîk û zarok ji lênêrîna tenduristiyê, xwarin û standardên jiyanê bêpar in, ev mercên dijwar dertên holê.
Jin piştî zayînê rastî tengasiyên mezin tên
NY’ê destnîşan kir ku rojane li Xezayê nêzî 180 pitik çêdibin û ev agahî dan: “Gihîştina lênêrîna tenduristiyê di dema ducaniyê û zayînê de ji bo gelek jinan dijwar bûye. Piştî zayînê jin pir caran vedigerin konên qerebalix ên ku paqijiya têr û xwarin tune ne.”
Di 6 mehan de 4 hezar bûyerên zarok ji ber çûyînê
Rêxistinê ragihand ku di 6 mehên pêşîn ên vê salê de nêzî 4 hezar bûyerên ku di encamê de zarok ji ber çûne, hatine tomarkirin. NY’ê tekez kir ku bi qasî yek ji sê ducaniyan di xeterê de ye û ji nîvê zêdetir jinên ducanî pirsgirêka kêmbûna xwînê dijîn. Ev rewş bandorê li ser rêbazên zayînê jî dikin. Nêzî nîvê hemû zayînan bi rêya qesrî têne kirin û gelek ji wan di rewşên awarte de pêk tên. Nûnerê UNFPA yê Filistînê destnîşan kir ku jinên koçber di rewşek nezelaliyê de dijîn.
Zayîn li Xezayê ne dawiya rêwîtiyek dijwar e
NY’ê da zanîn ku rêxistin hewldana ji bo peydakirina hemû destekan didomîne û wiha domand: “Di nav van destekan de amûrên tenduristiyê, peydakirina derman, alav û pêdiviyên bijîşkî û şandina xebatkarên tenduristiyê hene. Ji bo dayîkên li Xezayê zayîn ne dawiya rêwîtiyek dijwar e, her wiha destpêka qonaxek nû ye ku tê de dayîk divê hewl bide di nav şert û mercên ku hê jî gelek pêdiviyên bingehîn tune ne de, lênêrîna zarokên xwe bike.”