Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

Dayîkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya 1120'emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta Kenan Bîlgîn ku di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hat binçavkirin û windakirin, pirsin.

Bêcezatiya ji 12’ê Îlonê û vir ve

Umît Efe, bal kişandina ser binpêkirinên mafên mirovan ên di dema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de û diyar kir ku di heyama derbeyê de gelek kes ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine binçavkirin û rastî îşkenceyê hatine, lê piştre binçavkirina wan hatiye înkarkirin. Umît Efe, bi van gotinan pêvajoya windabûna Kenan Bîlgîn a di dema binçavkirinê de vegot: “Kenan Bîlgîn ê 35 salî, di 12’ê Îlona 1994’an de li rawestgehek otobusan a li Dîkmena Enqereyê hatiye binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Malbata Bîlgîn, parêzerên wan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hewl dane ku bighîjin Kenan Bîlgîn. Lê belê, Midûriyeta Polîsan a Enqereyê binçavkirina wî înkar kir. Piştî vê yekê, 11 şahidan bi eşkereyî diyar kirin ku wan Kenan Bîlgîn li qereqola polîsan dîtiye û îşkence lê hatiye kirin.”

Umît Efe, da zanîn ku malbata Bîlgîn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û xwest ku Kenan bê dîtin û diyar kir ku Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Selahattîn Kemaloglû ku ji bo dîtina Kenan û dîtina sûcdaran hewl da, lê nehiştin ku erka xwe pêk bîne û ji Enqereyê hat sirgûnkirin.

Umît Efe, destnîşan kir ku Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Ozden Tonuk ku lêpirsînê girt ser xwe, derbarê serlêdanên malbat û şahidan de gavên pêwîst neavêt û da zanîn tevî ku şahidan diyar kirin ku ew dikarin polîsên ku Kenan Bîlgîn ji hucreyê derxistine teşhîs bikin jî, lê wî tiştek nekir.

DMME'yê Tirkiye mehkûm kir

Umît Efe, diyar kir ku malbata Bîlgîn piştî ku bi rêya qanûnên navxweyî encam negirt, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Umît Efe, got: “Dadgehê diyar kir ku Kenan Bîlgîn di 12'ê Îlona 1994'an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û heta 3'ê Cotmeha 1994'an di destê hêzên ewlehiyê de hatiye girtin. Di vê pêvajoyê de diyar kir ku têkildarî binçavkirina Kenan tu qeydên fermî nehatine girtin û bi yekdengî Tirkiye mehkûm kir.”

Umît Efe, bal kişand ku tevî biryara DMME’yê jî der barê aqûbeta Kenan Bîlgîn de lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta demboriyê biryara neşopandinê daye û îtirazê li dijî biryarê jî hatine redkirin.

Şahidiya rojnamevan

Umît Efe, ragihand ku rojnamevan Ozer Akdemîr vê demê der barê Kenan Bilgîn de nameyek nivîsandiye û şahidî kiribû ku Kenan Bîlgîn hatiye binçavkirin.

‘Divê dewlet rûbirûyê van pêkanînên li dijî mirovahiyê bibe’

Piştre birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ger dewlet di derbarê pêvajoya aştiyê de dilsoz be, divê rûbirûyê van pêkanînên li dijî mirovahiyê bibe. Heya ku vê yekê neke, dê li vî welatî aştî pêk neyê."

Çalakî bi danîna qurnefîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.