Li Heratê veguhestina jinan hat sînordarkirin
Li bajarê Heratê ya Efganistanê, komkirina wesayîtên sê teker û redkirina hinek ajokarên taksiyan a veguhestina jinan, jiyana kar û rojanê ya jinan dijwartir dike.
Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê, ji bo jinan şert û mercên aborî û civakî dijwartir dibin. Ajansa Nûçeyan a Jinan a Efganistanê, di raporekî sahayê ya bi sernavê "Li Heratê Qedexeya Wesayitên Sê Teker; Ajokaran Jinan Nagrîn Taksiyan” de, balkişand ser sînorkirinên nû yên jiyana rojane ya jinan hêj zêdetir dijwartir dikin.
Ji ber polîtîkayên sînordar ên li Efganistanê, jin di çûna kar de bi zehmetiyên cidî re rû bi rû dimînin. Komkirina wesayîtên sê teker û redkirina hinek ajokarên taksiyan a veguhestina jinan a bêyî refakatek mêr, bi taybetî di şert û mercên ku veguhestina giştî nebaş e de dûrxistina jinan ji qada giştî zêde dike. Li gorî raporê, jinên li Heratê neçar in ku di sermaya zivistanê de bi saetan li benda wesayîtê bisekin; ev rewş, mîna parçeyekî îzolekirina bipergalî ya jinê ya ji civaKê tê nirxandin.
‘Wateya karkirina min namîne’
Feroze ya bi karên malê debara xwe dabîn dike, yek ji hezaran jinên ku ji ber sînordarkirinên veguhastinê bandor bûne ye. Feroze ya ji ber ku nikare wesayîtên sê teker bikar bîne neçare ku beşek mezina mûçeya xwe ji bo taksiyan xerc bike, ji ber bihayên bilind êdî dikare tenê li yek cîhekî bixebite û dahata wê daket 150 Efganî. Feroze, diyar kir ew nikare ji ber lêçûnên veguhastinê hewcedariyên xwe yên bingehîn mîsoger bike û da zanîn zarokên wê carna birçî xew dikin.
Cudakariya li ser rêyan
Pirsgirêk tenê bi lêçûnê re sînordar nîne; helwestên keyfî û cudakar ên ajokarên taksiyan rewşê girantir dike. Rokhsar a li Heratê mîna terziyek dixebite, da zanîn ajokar mêran tercîh dikin an ji jinan du qat pere distînin an jî jinan neçar dikin ku di sermayê de biseknin. Rokhsar, destnîşan kir ku derengmayîna domdar karê wê dixe xeterê û diyar kir ev biryarên ku bêyî fikrandina alternatîfên ji bo jinan tên girtin, rasterast debara wan hedef digre.
Gelo planek e an jî zextek zêde ye?
Rûxmê wesayîtên sê teker ji bo jinan wesayîta veguhastinê ya herî erzan û bingehîne jî, komkirina wan him debara jinan û him jî ya ajokaran dijwartir kir. Ajokaran, diyar dikin ku hinceta "rêziknameya bajêr" ji bo zexta aborî tê bikaranîn, jinên li Heratê di navbera sînorkirinên civakî û zexta aborî ya ku ji ber rakirina veguhastina erzan hatî afirandin de asê dimînin.