Li Helebê pevguhertina dîlgirtiyan pêk hat
Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê de hatiye îmzekirin de, îro beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyên her du aliyan pêk hat.

Navenda Nûçeyan – Ji bo pêkanîna peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê hatiye îmzekirin de, ku girtîgeh ji girtiyan vala bibin, îro 293 dîlgirtiyên meclisê û 176 endamên rêveberiya demkî, wek beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan hatin berdan.
Di 1’ê Nîsana 2025’an de peymanek girêdayî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di navbera Meclisa her du taxan û rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê de ku ji 14 bendên sereke pêk tê, hat îmzekirin.
Di peymanê de benda 12’an a girêdayî "valakirina girtîgehên her du aliyan li Helebê û kesên piştî rizgarkirinê hatine dîlgirtin, were berdan".
Beşa yekemîn a pevguhertina dîlgirtiyan di 3’yê Nîsanê de pêk hat. Di wê beşê de 146 girtiyên meclisê û 97 endamên girêdayî rêveberiya demkî hatin berdan.
Diviyabû di 28’ê Gulanê de beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan pêk bihat, lê ji ber ku desthilata Şamê qebûl nekir şervanên YPJ’ê teslîm bike, ew pêvajo hat paşxistin.
Her wiha piştî civîna duh (1’ê Hezîranê) ya di navbera şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya desthilata Şamê de li paytexta Şamê pêk hatiye, ev beşa duyemîn a pevguhertina dîlgirtiyan pêk hat. Ji yek bendên civîna duh ew bû ku "ji nû ve dosyaya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê were aktîvkirin û hewlên ji bo çareserkirina wê werin dayîn, ku dikeve xizmetî îstîqrara û aştiya civakî".
Her du aliyan beşa duyemîn a dîlgirtiyan li deriyê Cizîrê yê li başûrê taxa Şêxmeqsûdê ya ber bi herêmên din ên taxên bajarê Helebê, bi hev guherî.
Bi amadebûna malbatên dîlgirtiyên her du aliyan û bi dehan xelkê bajêr pêvajoya pevguhertina dîlgirtiyan pêk hat.