Li girtîgeha Sanayê girtiyek jin bi guman mir
Asta binpêkirinên di girtîgehên Hûsiyan de, carek din bi bûyerek din derket holê. Girtiya bi navê Gadir el-Berkanî li hewşa girtîgeha Navend a li Sanayê bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Li paytexta Yemen Sanayê, li girtîgehên di bin kontrola Hûsiyan de binpêkirin li dijî girtiyên jin zêde dibin. Ev binpêkirin, heta îşkence, îşkenceya psîkolojîk û nêzikatiyên xirab zêde dibin. Rêxistinên Mafên Mirovan, diyar kirin ku vê bûyerê fikarên wan zêdetir dike.
Li Yemenê Koalîsyona ‘Jinên Ji bo Aştiyê’ û Komeleya ‘Parastina yên di jiyanê de mane û di girtîgehên Hûsiyan de tundî dîtin’, duh 13’ê Çileyê, roja Sêşemê di daxuyaniya hevpar a weşandî de, ragihand ku girtiya bi navê Gadir el-Berkanî di hewşa girtîgeha Navend a li Sana dibin kontrola Hûsiyan de bi awayek daliqandî dîtine.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Gadîr el-Berkanî li ber çavên erkdarên ewlehiya girtîgehê întihar kiriye, ji ber mudaxelenekirine erkdaran jiyana xwe ji dest daye.
Di mehek de du mirinên bi guman
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev sûcê tirsnak, parçeyek ji zincîra binpêkirin û dubare li dijî girtiyên di girtîgehan de ye û hat şermezarkirin. Di heman demê de di girtîgeha Navend de tenê di nava mehekê de di nava girtiyên jin de du bûyerên mirinên bi guman rûdan.
Bal hat kişandin ku bûyerek berî vê di 10’ê Çileya 2025’an de çêbûbû, hat bibîrxistin ku girtiya bi navê Fatîma Mergam xwe daliqandiye û ev jî mirinek din a bi guman ku divê bê lêkolînkirin. Ev bûyera ku hat belgekirin asta nêzîkatiyên xirab, îşkence û zexta psîkolojîk a giran radixe ber çavan.
Di demek kin de, dubarebûna van cureyên bûyeran, îşaret bi rastiya binçavkirina mirinê dike, di girtîgehan de parastina herî bingehîn û standartên nêrîna psîkolojîk û tenduristiyê nîn e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ewlehiya jiyana jinên girtî, Hûsî berpirsyar in.
Di daxuyaniya hevpar de ji mirina Gasir el-Berkanî û Fatîma Mergamî, Hûsî di aliyê mirovî û hiqûqî de berpirsyar hatin dîtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê der barê hemû bûyerên întiharê yên li girtîgehan û binpêkirinan de, lêpirsînên lezgîn werin vekirin û jinên bi kêfî hatine girtin demildest û bê şert werin berdan.
Di dawiya daxuyaniya hevpar de bang hat kirin ku divê mafên mirovan û saziyên alîkariya mirovî xwegihandina bêsînor a navendên binçavkirinê pêk bînin û yên ku ji van sûcan berpirsyar in divê li dadgehen navneteweyî hesab bidin.