Li Fransayê rojnameger ji bo qetilkirin hempîşeyên xwe derketin kolanan

Ji bo rojnamegerên ku li Xezayê hatine kuştin, duh li Fransa, Parîs û Marsîlyayê bi sedan rojnamegeran çalakî li dar xistin û êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê didomin sermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Bi banga komeleyên çapemeniyê û rêxistinan, di 16’ê Nîsanê de li paytexta Fransa Parîsê û Marsîlyayê ji bo rojnamegerên li Filistînê hatine kuştin çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku bi sedan kes beşdar bûn de, wêneyên rojnamegerên hatine kuştin hatin hilgirtin.

Di çalakiya li Parîsê ya li ser pêlikên Avahiya Operayê ya Bastîlleyê ku 200 kes beşdar bûne de, navê rojnamegerên ku hatine kuştin hatin xwendin tîşortên li ser wan ‘press’ (çapemenî) nivîsandîbû û lekeyên sor li ser wan hebû li xwe kirin.

Tevî pankartên sendîkayên ku tevlî çalakiyê bûbûn, ala Filistînê û kefiyeya wê jî hatin hilgirtin. Çalakgeran, dirûşmên; “Em ê bêdeng nemînin, li Xezayê qirkirina nijadî heye” ‘Filistîn azad e’ qîriyan.

Êrîş hatin şermezarkirin

Serokê Yekitiya Rojnamegerên Filistînê yê Ewropayê, Yusuf Habaş, li wê derê axivî, êrîşên ‘qirkirinê’ şermezar kir û bang kir ku dorpêça li ser Zîvala Xezayê were rakirin. Li ser navê Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) Sekreterê Giştî yê (SNJ-CGT) Pablo Aiquel, axivî û got: “Di tevahiya pîşeya xwe de me tu carî ewqas mexdûran nedîtibû. Mafê gihîştina agahiyan ê gelên cîhanê tê astengkirin.”

Dîrektorê Giştî yê Rojnamegerên Sînornenas Thibaut Bruttîn, bal kişand ku ji bo çalakiyan pir dereng mane û wiha got: “Tu şerekî ku dema rojnameger tên kuştin, ji wan re dibêjin ‘terorîst’ min nedîtiye.”

Li aliyê din li Marsîlyayê di çalakiya ku nêzî 160 kes beşdar bûn de, navê rojnamegerên kuştî hatin xwendin û dû re deqeyek rêz hat girtin.

Li Filistîna ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye; ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha 200 rojnameger hatine kuştin.