Li Firatê 1’emîn konferansa 500 komînan: 300 delege hatin ba hev

Li kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zêdetirî 500’î komîn hene, yekemîn konferasa komînan bi beşdarbûna 300 delegeyan hat lidarxistin.

Kobanê – Li kantona Firatê ku beriya niha konferansên navçe, bajarok û bajaran hatin lidarxistin, îro bi dirûşma “Komîn bingeha avakirina civaka demokratîk e” yekemîn konferansa kantona Firatê hat lidarxistin. Hêjayî gotinê ye ku li kantona Firatê zêdetirî 500’î komîn hene.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bihêzkirina bingeha xwe ya civakî û rêxistinî ya ku xwe dispêre pergala komînan, konferansên ji nû ve sererastkirina komînan daye destpêkirin. Konferansa ku li hola Zanîngeha Kobanê hat birêxistinkirin, bi beşdariyek mezin ji nûnerên komîn û meclîsên kantonê, di heman demê de şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Kongra Star, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Meclîsa Gelan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berkat axivî. Di heman demê de Cîgirê hevseroktiya Encûmena Cîbicîkar yê Bakur û  Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer rewşa siyasî nirxand. Piştre Cîgira Hevseroktiya Meclîsa Gelan ya kantona Firatê Sîham Hemo perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser komînan xwend. Her wiha rêziknameya komînan û pergala civakî ya li gor hevpeymana Civakî ji aliyê mamoste Ehmed El Ehmed ve hat xwendin.

Beşdarên konferasê rewşa komînan nirxandin, çavdêrî û pêşniyarên xwe parve kirin. Pê ve girêdayî paşê endamên komîteya amedekar yên konferansê rewşa komînan û çavdêriyên xwe anîn ziman.

Di dawiya konferansê de ji bo sererastkirin û çalakkirina xebatên komînên kantona Firatê biryar hatin girtin.