Li eyaletê Georgiayê qedexeya kurtajê betal bû

Zagonek ku li eyaleteke DYE’yê hatibû derxistin, destûr tê dayîn di 20 hefteyên ducaniyê de jin kurtaj bibin, mijar bû rojev û nîqaşên li ser wê berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan- 10 eyaletên DYE’yê, di nava pêşbaziya hilbijartinê de ne, bi riya guherîna destûra bingehên a ku mafê kurtajê diparêze li bendê ne di pêşerojê de biryar bidin jin ji bo bikaribin xwe bi awayekî zagonî bigihîjînin kurtajê.

Dadwerê Dadgeha herêma Fulton Countey Robert McBurney di 30’yê Îlonê de li eyaleta Georgia ya DYE’yê zagonek ku kurtajê qedexe dike û piştî ducaniya şeş hefteyan ku hemû kurtajan qedexe dike betal kir.

Dadwer diyar kir ku zagona ku destûra bingehîn a eyaletê binpê dike û azadiya di destûra bingehîn a Georgia de weke wateya; jinek bedena xwe bi xwe kontrol bike, wê çi were serê wê bi xwe biryar bide û mafê tercîhên xizmeta tendirûstiyê mudexeleya dewletê red kirin’  parastina, parastin û maf digre nava xwe kir.  Biryar ne tenê wê destur bide kurtaja di 20 hefeyên ducanîbûnê de, dema were erêkirin wê rê li ber jinan ne tênê li eyaleta Georgia, li eyaletên cîran jî bi awayekî zagonî vebe ku bikaribin xwe bigihîjînin kurtajê. 

Zagon di Hezîrana 2022’an de ji aliyê dadgeha bilind a DYE’yê ve mafê jinan ê kurtajê di destûra bingehîn de di asta federal de di xala ku dixe temînatê de ye. Piştî ku biryara Roe v. Wade hat xirakirin di sala 2022’an de ket meriyetê, deriyê ku eyalet qedexeya kurtajê bîne vekir. 

Li sê eyaletên DYE’yê kurtaj hatiye qedexekirin

Li DYE’yê li 3 eyaletan ji derveyî îstîsnayan di her qonaxa ducanîbûnê de kurtaj hatiye qedexekirin, li Georgia zagona kurtajê piştî şeş hefteyên ducanîbûnê ket meriyetê, di nava çar eyaletan de cih digirt ku ev dem ji ber jin nizanin dûcanî ne, bi kêmanî dibêjin.

Biryara ku di mijara kurtajê de rolek girîng dilîze, beriya hilbijartinên DYE’ye mehekê hat û ji qedexeya kurtaja demokratik li eyaleta başûr ku herî zêde jê bi bandor dibin, hewl didin dengê jinên ku ji bo bi awayekî zagonî kurtaj bikin neçar dimînin bi sedan kîlometre rê biçin bigrin.