Li El-Faşêrê bi hezaran zarok mirin

Hat ragihandin ku ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li bakurê Darfurê diqewimin, nêzî 25 hezar zarok mirine. Bi dehan zarokên ku xwestin ji El-Faşêr derkevin, rastî destdirêjiyan hatin.

Sûdan – Pevçûnên ku li Sûdanê didomin, bandorê herî zêde li zarokan dike. Pevçûn rê li ber mirin û birîndarbûna bi hezaran zarokan vedikin, gelek zarok rastî koçên girseyî, windakirina malbatan, kêmxwarin û travmayên derûnî tên.

Komîteya Demkî ya Bijîşkan, di daxuyaniya 2’ê Kanûnê dayî de ragihand ku, ji dema pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de destpê kirî heta niha, ji zarokên ku hewl dane ji bajarê El-Faşêra li bakurê Darfurê birevin 25 hezar mirine, 45 zarok jî di dema revê de rastî destdirêjiyê hatine.

Komîteyê da zanîn ku ji dema despêkirina pevçûnan heta niha ji ên nû ji dayîk bûne heta yên 16 salî, bi giştî 25 hezar zarok mirine, 566 zarok jî bi awayek giran birîndar bûne û ev zarok ji aliyê Bijîşkên Sînornenas ve li herêma Tawila tên dermankirin.

Xwe gihandin 800 zarokên ku malbatên xwe winda kirine

Komîteyê destnîşan kir ku ji El-Faşêr heta Tawila xwe gihandine 800 zarokên ku malbatên xwe winda kirine, beşek ji van zarokan ji ber kêmxwarin, travmayên pevçûnan, di rewşek gelek zor de ne. Komîteyê bang li artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn kir ku ji bo alîkariya mirovî bighê herêmên Darfurê, korîdorên bi ewle werin vekirin. Komîteyê da zanîn ku zarokên li kampan, li hember birçîbûn û nexweşiyan têdikoşin.

Banga Komîteyê

Komîteyê banga xwe ya ku divê civaka navnetewî alîkarî bide gelê Sûdanê, pevçûn were sekinandin, agirbest bê aşkerakirin û avakirina aştiyê, dubare kir.

Di Cotmehê de piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajarên El-Faşêr yên rojavayê Sûdanê kontrol kir, li bajar binpêkirinên cidî hatin belgekirin. Di nava van binpêkirinan de sûcên wek komkujiyên komî, tundiya zayendî, binçavkirin û bazirganiya jinan cih digre. Di heman demê de ji 260 hezar kesên li bajar dijîn, herî kêm 106 hezar kes ji cihên xwe bûne. Hate îfadekirin ku ji ber qutbûna torên têkiliyan û îsabatên derbarê mirinên komî de, aqûbeta bi hezaran kesî hê nayê zanîn.