Li Efrînê 2 zarokên keç xeniqîn

2 zarokên keç dema di gola Meydankê ya li Efrînê de melevanî dikirin, xeniqîn.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 2 zarokan dema di gola Meydankê de melevanî dikir, noqî avê bûne û xeniqîne. Hate zanîn ku her du zarok xwişk bûne.

Li gorî rêxistinê, cenazeyên her du zarokan veguhastine nexweşxaneya Efrînê.