Li Efganistanê piştî erdhejê zivistaneke dijwar

Bi destpêkirina werza zivistanê re, bi erdehejên ku li Bakur û Rojhilatê Efganistanê çêbûn, rewşa mirovî xirabtir bûye, jin û zarok bi birçîbûn, nexweşî û travmayên derûnî re rûbirû mane.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê di demên dawî de ji ber erdhejan, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û bêmal man. Bi destpêkirina werza zivistanê re, ji her demê zêdetir pêwistî bi alîkariyên mirovî yên lezgîn heye. Erdhejzede, bi taybetî jin û zarok, di xwegihandina cihên bikaribin lê bimînin, cilên germ, xwarin û xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên mezin dijîn. 

Rêxistinên mafên mirovan, hişyarî dikin ku berê jî ji bo jin û zarokên ku di bin zexta cudakariya pergalî, zayendî û xizanî de ne, îro zêdetir ji krîzên mirovî zirarê dibînin travmayên derûnî yên rê li ber kêmxwarinî, nexweşiyên şewbê û tirsa koçberiyê, gefê li jiyana bi hezaran kesan dixwe.

Bîlançoya felaketa erdhejê ya Rojhilat û Bakur

Efganistan îsal bi du erdehjên cuda hejiya û di herdu erdhejan de windahiyên ku telafiya wan ne gengaz e çêbûn. Di erdheja bi pileya 6 ku li rojhilat çêbû de, zêdeyî 2.200 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3,600 kes birîndar bûn û nêzî 7 hezar mal hilweşiyan. 

Di erdheja li bakur de jî 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 1.000 kes birîndar bûn û 3 hezar mal jilweşiyan. Ji ber qedexeyên heyî, sînordarkirina xebatên personelên jin, li gelek herêman, xebatên alîkariya kêm man. 

Krîza ku bi koçberiya bi zorê kûr bûye

Ji derveyî felaketên xwezayî, li ser mekanîzmayên alîkariyê li Efganistanê zexteke din çêbû. Dewleta Îranê, piştî şerê 12 rojan bi Îsraîlê re, bi pêkanîneke berfireh hejmarek zêde ya koçberên Efgan dersînor kir û vegerand Efganistanê. Piraniya kesên ku paşve hatin şandin, bi awayekî ji derfetên bingehîn ên bicihbûnê bêpar li herêmên sînor û li wîlayetên ku ji felaketê bi bandor bûne bi cih bûne û hemû jî ji jin û zarok in.

Ev kes hewl di mercên baş ên jiyanê de bijîn, tunebûna binesazî cihên ku lê bimînin dibe sedem ku bi xetera mirina ji ber birçîbûn û sermayê re rûbirû bimînin.

Wezareta Karên Derve ya Îskoçyayê, di daxuyaniya 27’ê Kanûnê roja Şemî de, ragihand ku ji fona rewşa awarte ya welat, 250 hezar sterlîn ji bo erdhejzedeyan texsîs kiriye. 125 hezar sterlînê ku di navbera herdu saziyan de wekhev were parvekirin dê ji bo xebatên alîkariyê yên li herêmên ku xwegihandina wan zor e were xerckirin.