Li Efganistanê 64 hezar bûyerên enfeksiyonê û 170 mirin hatin tomarkirin

Li gorî rapora dawî ya WHO’yê di meha borî de li Efganistanê zêdetirî 64 hezar bûyerên enfeksiyonên giran ên bi riya nefesê û mirina 170 kesan ji ber vê yekê hatine tomarkirin.

 Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di rapora xwe ya dawî de ragihand ku di meha Tebaxê de li Efganistanê 64 hezar û 506 bûyerên enfeksiyonên giran ên bi riya nefesê yên bi îltihaba pişikê re hatine tomarkirin û ev bûyer bûne sedema mirina 170 kesan.

Li gorî rapora rêxistina navneteweyî, rêjeya hemû nexweşiyên enfeksiyonê yên sereke yên meha Tebaxê, li gorî Tîrmehê kêm bûye. Di vê heyamê de, bûyerên gumanbar ên sorik ji sedî 44,5, bûyerên taya dengûyê ji sedî 41, bûyerên taya xwînrijandinê ya Kirim-Kongoyê ji sedî 36,8, bûyerên îshala avî ya tûj ji sedî 23,6, bûyerên enfeksiyona giran a bi riya nefesê ya tûj ji sedî 17,4 û bûyerên piştrastkirî yên COVID-19 ji sedî 9 zêdetir kêm bûne.

 Hûrgiliyên der barê daneyên meha Tebaxê de wiha ne:

 - Nexweşiyên giran ên riya nefesê û îltihaba pişikê: 64 hezar û 506 bûyer û mirina 170 kesan

- Îshala giran a avî bi bêavbûnê: 18 hezar û 329 bûyer û mirina 4 kesan

- Sorik: Hezar û 423 bûyerên gumanbar û mirina 7 kesan.

- Taya dengûyê: 279 bûyerên gumanbar.

- COVID-19: 168 bûyerên piştrastkirî

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) her wiha ragihand ku di meha mijara gotinê de, navendên tenduristiyê yên ji aliyê rêxistinê ve tên piştgirîkirin, xizmetên derveyî nexweşxaneyê û şêwirmendiya bijîşkî ji 88 hezar 305 kesan re peyda kirine. Her wiha, 212 kîtên tenduristiyê ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî yên 559 hezar kesan hatine belavkirin û 750 xebatkarên tenduristiyê di warên xwe yên pispor de perwerde dîtine.