Akademiya lêkolînên perwerdehiyê li Qamişloyê panêleke li dar xist

Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê li Qamişloyê panêlek li dar xist. Di panelê de rola sereke ya jinan a di parastina zimanê dayikê de hate destnîşankirin û daxwaza mîsogerkirina mafên zimanî di destûrê de hate kirin.

Qamişlo – Îro li Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Qamişlo yê Mamosteyên Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê, bi dirûşmeya “Zimanê me, şaristaniya me ye” li dibistana El-Quteyba ya Qamişloyê panêleke berfireh li dar xistin. Panêla ku bi beşdariya bi dehan mamosteyan pêk hat, bal kişand ser rola bingehîn a jinan di parastina zimanê dayikê de û girîngiya misogerkirina mafên zimanî di qanûn û destûra nû ya Sûriyeyê de.

Panêla ku ji aliyê Mamoste Bêrîvan Mehmûd ve hat birêvebirin û bi rêzdarî pêşwaziya beşdaran kir, li ser du bendên sereke hate meşandin. Benda yekemîn rola jinan di parastina zimanê dayîkê de û benda duyemîn jî mafên zimanî di qadên destûrî û qanûnî de bû.

‘Jin-dayîk ji bo parastina ziman rolên bingehîn dileyzin’

Bendê yekem ji aliyê Mamoste Necma Mihemed ve hat birêvebirin. Mamoste Necma bal kişand ser zext û zehmetiyên ku di serdema rejîma Baasê de li ser gelê Kurd hatibûn ferzkirin û destnîşan kir ku jinan li hemberî van polîtîkayan têkoşîneke mezin meşandine. Necma Mihemed wiha got: “Tevî hemû zextan, jinan û bi taybetî dayîkan rola sereke di parastina zimanê Kurdî de lîstin. Dayîk jî dema ku zaroka xwe têne dinyayê, wê li ser bingeha zimanê dayîkê mezin dike û di nav malbatê de zimanê Kurdî digihîne nifşên nû. Ji ber vê yekê, jin ne tenê parêzvanê zimanê dayîkê ne, di domandin, veguhastin û gihandina wê ji nifşekî bo nifşekî din de jî xwedî roleke bingehîn in.”

‘Pêwîst e her neteweyek bikaribe bi zimanê dayika xwe perwerde bibîne’

Bendê duyemîn ê panelê ji aliyê Mamoste Zileyxa Ebdê ve hat birêvebirin. Zileyxa Ebdê bal kişand ser wê yekê ku tevî hemû çalakiyan, divê mafê zimanê dayikê bi awayekî eşkere di Destûra Sûriyeyê de bê mîsogerkirin. Zileyxa Ebdê ev tişt anî ziman: “Her çiqas çalakî û civîn werin lidarxistin, lê girîngtirîn gav ew e ku mafê zimanê dayîkê di Destûra Sûriyeyê de bi awayekî qanûnî were misogerkirin. Her wiha li gorî hejmar 13’an ê sala 2026’an ku nasnameya çandî û zimanî ya gelê Kurd wekî beşek bingehîn a nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê nas dike, divê ev maf di pratîkê de jî bên bicîhkirin. Pêwîst e her neteweyek bikaribe bi zimanê dayika xwe perwerde bibîne.”

Encamên panelê

Di dawiya panelê de, encamnameya ku ji aliyê Mamoste Bêrîvan Mehmûd ve hat xwendin, di gelek astan de daxwazên zelal diyar kir:

*Di asta destûrî de: Divê destûra mayinde ya Sûriyeyê naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî misoger bike. Madeya 4’an a Daxuyaniya Destûrî ku dibêje “Erebî tenê zimanê fermî ye”, divê wekî “Erebî û Kurdî zimanên fermî ne” bê guhertin.

*Di asta qanûndaniyê de: Derxistina qanûneke taybet ku çarçoveya perwerdehiya bi zimanê Kurdî di hemû qonaxan de diyar bike. Her wiha di qanûnan de ji bo rola jinan cîh bê dayîn û fonek ji bo piştgiriya perwerdeya zimanê Kurdî û çêkirina pirtûkan bê avakirin.

*Di asta sazûmanî de: Damezrandina dezgeheke zimanî ya neteweyî bi tevlêbûna meclîsa rêxistina jinên Kurd, avakirina navendên perwerdehiyê yên taybet ji bo jinan û avakirina mekanîzmayên çavdêriyê ji bo şopandina binpêkirinên li ser ziman.

*Li ser asta navneteweyî: Bang li civaka navneteweyî û sazûmaniyên Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo naskirina mafên zimanî yên destûrî û dabînkirina piştgiriya teknîkî û darayî ji bo jin û keçan zextê bikin. Her wiha hate xwestin ku Sûriye berpirsiyariyên xwe yên li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî pêk bîne û li ser bingeha ziman cudakariyê neke.

Panel bi nîqaş û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.