Li Dêrezorê ji bo 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn

Li bajarê Dêrezorê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan semîner hat dayîn. Di semînerê de rêbazên ji holê rakirina sedemên tundiyê hat nîqaşkirin û bal kişandin ser rola jinan.

Dêrezor- Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, îro bi dirûşma ‘Jin parastina jiyana xwe û felsefeya azadiyê dikin’ semînerek hat dayîn.

Di semînerê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Saffa Al- Ahmed diyar kir ku li dijî jinan tundiya fizîkî, civakî, aborî, siyasî û dîjîtal heye û wiha got: “Tundiya li dijî jinan di roja me ya îro de mijareke cidî û girîng e. Ji ber ku zagonek wan biparêze tune ye, gelek zagonên wan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêlin hene. Ev jî krîzê ava dike û divê li dijî her cure tundî û binpêkirina mafan têkoşîn bidome.”

Beşdaran bal kişandin ser girîngiya hebûna zagonên ku mafên jinan diparêzin û diyar kirin ku tundî zêde bûye û sedemên wê jî li gorî deran tên guhertin û ne tenê ji ber urf û edetan e. Di heman demê de bal hat kişandin ku ji bo jin rola xwe ya di civakê de bi pêş bixin û li dijî rejîmê daxwaza mafên xwe bike pêwîstî bihêzkirina hişyariyê û belavkirina çandê heye.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser jinan

Di semînerê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk êrişê jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, li herêmên din hewl dide jinan bêdeng bike. Beşdaran dan zanîn ku ji bo pêşî lê vê bigrin pêwîstî bi perwerde û hişyariyê heye.

Ji jinên beşdarî konferansê bûye Hediya Al- Hamad di axaftina xwe de diyar kir ku ji qirkirina jinan di bin navê ‘parastina wan’ de bi fikar in. Hediya Al- Hamad da zanîn ku divê jin di kar û derfetên kar de were bihêzkirin, perwerde bingehê pêşxistina civakê ye û wiha got:

“Divê rêz ji jinan re were girtin û nirx bidin wan, ji ber bingeha civakê ji jinan pêk tê. Bandora jinan li ser malbat û civakê zêde ye, ji ber wê divê piştgirî ji jinan re were dayîn ji bo bigihîjin hedefên xwe werin bihêzkirin.”

Rawda Mohammed Al Samhan bal kişand ser xebatên tundiya li dijî jinan diteyîsinin û îşaret bi wê yekê kir ku divê rola jinan a lîdertiyê di civakê de were aktîfkirin û li dijî her cureyê tundiyê bi hêz bibin û têbikoşin.