Li Başûrê Kurdistanê 'Kampanyaya Kezî' hat destpêkirin
Li Başûrê Kurdistanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê ya bi navê "Kampanyaya Kezî" hat destpêkirin.
Navenda Nûçeyan - Êrîşên li ser Rojava berdewam dikin. Ligel vê, hewldanên hevgirtinê jî li Herêma Federal a Kurdistanê berdewam dikin. Li navçeya Kelara herêma Germiyanê, kampanyayeke alîkariyê bi navê "Kampanyaya Kezî" ji aliyê hinek welatiyên dilxwaz ve ji bo Rojava hat destpêkirin. Qada kampanyayê ku li ser Riya Marînayê ya Kelarê hatiye avakirin dê her roj ji sibehê heta saet 11:00'ê şevê vekirî be. Di çarçoveya kampanyayê de, mirov dikarin ji bilî bexşên madî, xwarin, pêdiviyên zarokan, derman û pêdiviyên zivistanê radest bikin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, kampanyayaya ku di asta neteweyî de ye dê di 6 rojan berdewam bike. Welatiyên dilxwaz ên ku kampanyayê dan destpêkirin, bang li her kesê kirin ku bi hevgirtinê tevbigerin û gotin ku ev pêvajo berpirsiyariyeke exlaqî, mirovî û neteweyî ye.