Li Başûrê Kurdistanê herî kêm 3 jin hat qetilkirin 5 mirinên bi guman
Li Başûrê Kurdistanê di meha Tebaxê de herî kêm 3 jin hatin qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatine berhevkirin, li Başûrê Kurdistanê di meha Tebaxê de 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî vê;
Roja 2’ê Tebaxê li taxa Şêxan a Silêmaniyê jinekî 45 salî li ber mala xwe ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hate qetilkirin. Piştre kujer ji aliyê polîsên Silêmaniyê ve hate binçavkirin.
Roja 5’ê Tebaxê li navçeya Ranya ya ser bi îdareya serbixwe ya Raperînê jinek bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.
Roja 7’ê Tebaxê li taxa 99 a Zanko ya Hewlêrê, cenazeyê mamostaya xanenişîn a zanîngehê Gizing Kamil Mecîd hate dîtin.
Roja 8’ê Tebaxê li bajaroka Çarqurne ya ser bi îdareya Raperînê cenazeyê jinek 25 salî di mala wê de hate dîtin.
Roja 11’ê Tebaxê li bajaroka Dukan a ser bi Silêmaniyê kesekî bi çekê êrişî ser mala xezûrê xwe kir. Di encama êrişê de hevjîna xwe qetilkir û piştre jî hewl da xwe bikuje.
Roja 18’ê Tebaxê li Zaxoyê cenazeyê jinekî 72 salî ku bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dabû, hate dîtin.
Roja 27’ê Tebaxê li taxa Raperîn a Silêmaniyê jina 25 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hate qetilkirin.
Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatine berhevkirin, di nava heft mehên despêkê yên îsal de li Başûrê Kurdistanê 18 jin hatine qetilkirin û 12 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane, 5 jin jî birîndar bûne. Her wiha 2 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Li aliyê din jî ji aliyê endamên asayîşa Silêmaniyê ve tûndî li beramberî 4 mamosta û çalakvanên jin hatiye kirin.