Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li rojhilatê Lubnanê 6 kes mirin

Di du êrîşên bi balafirên bêmirov ên Îsraîlê yên herêmên sînor ên li rojhilatê Lubnanê de gelek kesen sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê dibin sedema aloziya ewlehiya li sînorê Lubnanê û binpêkirina agirbestê.

Di êrîşa vê sibehê ya bi balafira bêmirov a Îsraîlê de li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê, li ser riya navneteweyî Mesna ya li rojhilate Lubananê, wesayîdeke sivîl hatiye hedefgirtin û pênc kesên tê de jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin êrîşa li herêma Mesna ya deriyê sînor ê sereke yê di navbera Lubnan û Sûriyeyê de, bûye sedema tirs û xofê ji bo gelek mirovên sivîl.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku di êrîşeke din a li ser bajaroka Kfardan ê girêdayê bajarê Balbek ê li herêma Bekayê de, kesek hatiye kuştin. Bi vê bûyerê re di van saetên dawî de şeş kesan jiyana xwe ji dest dan.

Van bûyeran dibin sedema binpêkirina agirbesta di navbera Hizbullah û Îsraîlê ya di Mijdar 2024’an de hat îmzekirin. Tevî lihevkirina li ser agirbestê jî operasyonên leşkerî domiyan û bi taybetî êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser herêmên başûrê Lubnanê her diçe zêdetir dibin.