Di êrîşên Îsraîlê de 20 Filistînî mirin
Di êrîşên Îsraîlê yê vê sibehê li dijî herêmên cûda yê Zîvala Xezayê pêk anî de 20 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xeza bê navber didome. Li gorî çavkaniyên nexweşxane û şahidan, artêşa Îsraîlê ji derveyî bajarê Xezayê yê dikeve bakurê Zîvala Xezayê, li herêmên li başê navend, bakur û başûr malên xwarinê, mal, kon û mirovên ku li benda alîkariyê ne kirin hedef.
Di êrîşa Îsraîl ya li dijî konên kesên ji cihên xwe bûne ya li derdora xaçerêya Ebu Mazin ya li taxa Tel el-Heva ya li başûrê bajarê Xeza de 3 zarok û jinek di nav de 5 kes mirin. Hate diyarkirin ku piştî êrîşê di kon de şewat derketiye.
Li bajarê Refah di êrîşa artêşa Îsraîlê de 3 Filistîniyên li benda alîkariyê bûn jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîl li kampa koçberan a Nuseyrat a li beşa navend a Xeza cih digre konê mabatekê kir hedef, di êrîşê de 4 jê zarok ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balefirên şer ên Îsraîl, êrîşî malek li taxa Sebra ya li başûrê bajarê Xeza kir, di encamê de 3 Filstîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li gorî şahidan kesên ku dibin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne hene.
Di êrîşa Îsraîl li dijî malek li taxa Derec ya bajarê Xeza de 1 Filistînî mir, kona kesên ji cihên xwe bûne ya li derdora Kuleya Îtalyan a li taxa Nasr cih digre bû hedefa êrîşên Îsraîl.
Di encama êrîşa Îsraîl li dijî kesên li herêma Kisufim ya rojhilatê Deyr el-belah li benda alîkariyê de 1 Filistînî jiyana xwe ji dest da.