Li Başurê Kurdistanê tundî zêde dibe: Pêdivî bi têkoşînê heye

Lêkolîner Nesîbe Hisên bal kişand ser tundiya li dijî jinan û wiha got: “Zêdebûna tundiya li dijî jinan, ji ber tunebûna zagon û serdestbûna çanda mêrsalariyê ye. Li dijî vê yekê pêdivî bi têkoşînek xurt heye.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî - Sala 2024’an bi dawî dibe û li gorî daneyên ku ajansa me ji medyayê girtine, îsal li başûrê Kurdistanê herî kêm 69 jin hatin qetilkirin. Pergala bi feraseta mêr, tunebûna zagonan, qeyrana aborî, siyasî û civakî sedema zêdebûna tundiya li dijî jinan e. Her wiha tunebûna perwerdeya baş, pirsgirêkên jinan zêdetir dike. Ji ber wê jî malbat jinan her dem kêm dibînin û di encamê de tundiya li dijî jinan zêde dibe.

‘Rewşa siyasî û aborî tundiya li dijî jinan zêde kiriye’

Lêkolîner Nesîbe Hisên diyar kir ku rewşa aborî û siyasî ji bo jiyana gel astengiyan çêdike û wiha got: “Ev bargiranî ji bo jinan duqat dibe. Ji ber rewşa niha, jin berê xwe didin xebatê lê dema dixebitin jî dubare rastî tundî û binpêkirina mafan tên. Ji ber desthilatdariya mêr, xwediyên karan jî mafên jinan dixwin. Ji derveyî vê jî tevî pêşketina civakê di aliyê hişyarî de kes pêşketinê di xwe de nabîne. Nêzikatiyên civakê li hemberî pirsgirêkên jinan xelet in û dema du hevjîn ji hev cuda dibin, civak jinan sûcdar dike û mafên wan binpê dike. Ji ber gotinên civakê tundiya fizîkî û derûnî li dijî jinan tê kirin. Tevî vê yekê jî civak hevberdanê qebûl nake.”

‘Azadî ne tenê xebat û derketina derve ye’

Nesîbe Hisên da zanîn ku xebata jinan ji bo azadî û mafên jinan girîng e lê belê ev nayê wateya azadiyê, azadbûn ne tenê di çarçoveya derketina jinan a derve û xebatê de ye û wiha got: “Niha azadiya jinan ne azadî ye, tenê xebat û derketina derve nabe azadî. Gelek caran bi riya xebatê jin rastî tundiya fizîkî û derûnî tên. Ji ber çanda civakê, beşek ji zagonan û olê rê daye tenê jin di çend karan de bixebitin.”

‘Divê mafên jinan ên zagonî bên parastin’

Nesrîn Hisên destnîşan kir ku ji bo jin mafên xwe bi dest bixin pêwîstî bi guherînên girîng heye û wiha domand: “Jin ji bo ji vê çandê rizgar bibin, pêwîst e civak were şiyarkirin di aliyê fikir, erk û mafan de. Divê jin di dema encamdana karekî de, ji zagonan bawer bikin, biryarên der barê jiyana xwe de li benda kesê nehêlin. Divê jin ji sînorên ku ji ber feraseta mêr çêbûne derbas bibin, ji bo hêza xwe di nava hewldanan de bin.”

‘Divê jin daxwaza mafên xwe bikin’

Nesrîn Hisên di dawiya axaftina xwe de got: “Ger jin di rewşa niha de bêdengiyê hibijêre dê ev feraset du qat zêdetir bandorê li ser jiyanê bike. Divê ji bo mafên xwe têbikoşe. Tirs dibe sedem ku doza mafên xwe nekin. Divê jin bi wêrekî daxwaza mafên xwe û jinên herêmên din bikin her wiha divê dadgeh di aliyê zagonî de mafên jinan bixin bin temînatê.”