Di sala 2024’an de şîdeta li dijî jinên Belûc zêdetir bû
Li gorî rapora 2024’an a Kampanya Çalakvanên Belûc; hate ragihandin ku jinên Belûc di sala 2024’an de rastî tundî û zordariya saziyên malbatî û dewletê hatin û di encamê de gelek jin hatin qetilkirin û birîndarkirin.
Navenda Nûçeyan – Jinên Belûc li her qadê ji bo bidestxistina mafên xwe û hebûna xwe li her derê têdikoşin. Di salên dawî de jinên Belûc hem zext û tundiya pergalên dewletê yên ku rasterast girêdayî wan in re rû bi rû hatin, him jî di gelek waran de bûn xwedî têkoşînekê bilind. Li Pakistan, Hindistan, Îran û Efganistanê ku jinên Belûc lê dijîn, şîdet û kuştina jinan bi awayekî sîstematîk tê kirin. Travmaya ku ji ber şîdeta li malbatê ku organa herî biçûk a dewletê ye, li ser jinê tê kirin gelekî kûr e. Amarên îsal ên şîdeta li ser jinan ku her sal tên hejmartin, li gorî salên din girantir in.
Li gorî rapora salane ya Kampanyaya Çalakvanên Belûc; Hat destnîşankirin ku sala 2024'an ji bo jinên Belûc ji salên din hê dijwartir bu. Li herêmên Belûc lê dijîn, ku parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî di nav de ye, herî kêm 20 jin rastî şîdeta nava malbatê hatin.
Amar diyar dikin ku di van mirinan de şideta navmalê roleke girîng dilîze, ku dibe sedema mirina 7 jinan û jinek jî ji ber tundiya nav malê birîndar bûye. Lê ev tenê beşeke ji tundiya li ser jinan e. Hejmara girtin û şîdeta dewletê ya li ser jinan îsal zêdetir bûye.
Yek ji bûyerên ku siya xwe avêt ser jinên Belûc bûyerek li bajarê Mînabê bû ku di encamê de herî kêm 15 karkerên jin birîndar bûn. Ev bûyer careke din eşkere dike ku jîngeha kar û rêyên jinên Belûc ne saxlem û ewle ye.
Ji nûçeyên sala 2024’an ên ji herêmên Belûcistan û Sîstanê, ji rapora Kampanyaya Çalakvanên Belûc wêneyekî cidîtir nîşan didin. Divê bê gotin ku raporên ku di vê wateyê de hatine amadekirin pir hindik rastiya herêmê radixe ber çavan.