Li Tûnisê şîdeta aborî: Çareseriyên mayînde divê
Ji Komeleya Dengê Jinan Yasmîne El-Malitî diyar kir ku li Tûnisê şîdeta aborî zêdetir li ser jinên ku di fabrîkayên çandiniyê de dixebitin bandorê dike û xwest hikumet di vî warî de çareseriyên mayînde bibîne.
ZIHÛR EL MEŞRIQÎ
Tûnis – Krîza aborî ya li ser hemû cîhanê bandorê çêkiriye, bi taybetî di jiyana jinan de dibe sedem rewşên neyînî. Yek ji wan welatan jî Tûnis e. Ji ber ku dînar li hemberî dolar kêm dibe, her tişt bihayê wê zêde bûye.
Li gorî lêkolînên dawî; tenê ji sedî 19 jinên li welat, bi derfetên kar ên ava kirine debara xwe dikin, ji sedî 55,9 jî girêdayî malbata xwe dijîn. Her wiha xwediyên milk ji sedî 3 jin, ji sedî 12 jî mêr in. Tevî ku ji sedî 70 xebatkarên çandiniyê jin in jî, hejmara wan di beşdariya projeyên çandiniyê de ji sedî 3 derbas nake.
Wekî din jî jinên di çandiniyê de dixebitin, heqdestek kêm digrin û di qezayên “Kamyonên mirinê” de zêdetir jin jiyana xwe ji dest didin. Jinên karker bêyî temînata civakî û tendirustî tên xebitandin. Jinên karker ên di fabrîka, cihên taybet û saziyên giştî de dixebitin, bi heman rewşan re rûbirû dimînin.
‘Divê hikumet li dijî binpêkirinan tedbîran bigre’
Endama Komeleya Dengê Jinan Yasmîne El-Malitî, diyar kir ku bi krîza aborî re şîdeta li ser jinan zêde bûye û wiha got: “Karê karkeran hesas e û dema ku girêdayî otorîteyek be, şîdet dibe duqat. Bi taybetî jin dibin mexdûrên vê şîdetê. Jinên li gundewaran dijîn, di mercên herî giran de tên xebitandin. Ji malên xwe ber bi cihên çandiniyê ve, bi “kamyonên mirinê” dikevin rê û di qezayên çêdibin de jiyana xwe ji dest didin. Divê hikumet li dijî binpêkirinên di xebatên çandiniyê de çêdibin tedbîran bigre. An na dê binpêkirin bidomin û mirin zêde bibe.”
‘Çareseriyên mayînde çênabin’
Yasmîne El-Meritî da zanîn ku ji bo mercên jinên di fabrîkayên çandiniyê de dixebitin werin başkirin, saziyên civakî hewldanan kirine lê çareseriyên mayînde çênebûne û wiha domand: “Ji ber ku çareserî nehatiye dîtin, êşên wan zêdetir bûn. Divê hikumet beriya ku felaketên din biqewimin, bi lezgînî mudaxeleyê vê rewşê bike. Ji bo jinên di fabrîkayên çandiniyê de dijîn divê di warê civakî û hiqûqî de parastin hebe. Mînak ji bo jinên ku di fabrîkaya Sbikha ya li Qesreynê dixebitin di warê aborî de rastî neheqiyê tên. Jinên karker ên vê rewşê şermezar kirin, hatin binçavkirin û girtin. Divê rêxistinên jinan ji bo van jinan serbest werin berdan bikevin tevgerê.”
‘Şîdeta aborî ya li dijî jinên li gundewaran dijîn duqat zêde bûye’
Yasmîne El-Malitî bal kişand ku şîdet aborî ya li dijî jinên li gundan dijîn, di salên dawî de duqat zêde bûye û gotinên xwe wiha domand: “Li Tûnisê kampanyayên ku saziyên civaka sivîl meşandin, baş bi encam nebûn. Jinên karker ên di çandinî û fabrîkayan de dixebitin, hê jî di warê bikaranînan pestisît û derman de bê parastin in karê xwe didomînin. Jin ji ber ku lepik tune ne, neçar dimînin bi destên xwe dermanên çandiniyê bi kar bînin. Tevî van hemû mercên zor jî jinên karker rojê bi 15 dînar ku 5 dolar e dixebitin.”
‘Divê zagona bi hejmara 58 a ku jinan ji şîdetê diparêze bikeve meriyetê’
Yasmîne El-Malitî li dijî şîdeta aborî pêşniyarên çareseriyê kir, bal kişand ku zanîn û şiyarî girîng e û wiha bi dawî kir: “Li herêmên navîn ji ber ku derfetên xwendin û zanînê kêm in divê jinên karker perwerde bibînin. Şîdeta aborî tenê di hinek bazarên kar de nîn e, di heman demê de di saziyên mezin û wezaretan de jî ev rewş heye. Divê hikumet mudaxele bike û çareseriyê mayînde bibîne. Zagona bi hejmar 58 a ku jinan ji şîdetê diparêze divê bikeve meriyetê.”