Li Bakur û Tirkiyeyê 168 jin hatin kuştin, 194 mirinên bi guman
Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) ragihand ku ji 1’ê Tîrmehê heta 24’ê Mijdara 2025’an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 362 jinan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) derbarê tundiya dijî jinan de rapora ku ji daneyên Bianet, JINNEWS, Platofrma em ê Kuştina Jinan Rawestînin, Ajansa Mezopotamya, Anit Sayaç û gelek saziyên çapemeniyê yên xwecihî û neteweyî berhev kirî, weşand. Li gor daneyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê
Daneyên 4 meh û nîvan wiha ye:
168 jin hatin kuştin
194 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan
247 jin rastî tundiya fîzîkî hatine, birîndar bûn
Li 259 jinan karê seksê hate ferzkirin
Destdirêjî li 38 jinan hate kirin
Destavêtin li 18 jinan bû
Gef û heqaret li 16 jinan hate kirin
Destavêtin li 39 jinan bû.
Li gorî raporê kiryarên van êriş û tundiyan nayên zanîn, lê piranî hevjîn, kesekî nenas, hevjînê berê, xizm, bav, hezkiriyê berê, hevjînê li ber cihêbûnê, hezkirî bûn.
SAMER'ê diyar kir ku ev dane tenê yên di çapemeniyê de hatine belav kirin, hejmara rast dibe ku hîn zêdetir be.