Êrîşa li Pakistanê: Piraniya wan zarok 10 kes hatin kuştin
Di êrîşên esmanî yên Pakistanê de li Efganistanê herî kêm 10 kes ku di nav de zarok jî hebûn, hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan – Ji dema ku Talîban di sala 2021'an de vegeriya ser desthilatê, têkiliyên di navbera Pakistan û Efganistanê de xirabtir bûne û ev nakokî meha borî zêdetir bûn. Piştî pevçûnên xwînî yên ku bûn sedem ku ji her du aliyan zêdetirî 70 kes bên kuştin û piştre peymaneke agirbestê qels ku bi tevahî nehatiye bicîhanîn pêk hat.
Hukumeta Talîbanê îro ragihand ku, herî kêm deh kes di nav wan de zarok jî hene, di encama toprana ku ji aliyê hêzên Pakîstanê de li ser heremên sînor ên Efganistanê hatine kuştin.
Berdevkê li ser navê Talîban ev yek got; êrîşan parêzgeha Xost kir hedef, di encamê de li malek sivîlan da û pênc zilam û çar keçik û jinek hatin kuştin. Berdevkê ragihand ku hem wextî vê jî êrîşî hindek deverên din kir parêzgehên Kunar û Paktîkayê, di encamê de çar kes birîndar bûne.
Ev pêşketin di demekê de tên ku aloziyên di navbera Kabul û Îslamabadê de zêde dibin, piştî êrîşa întîharî ya hefteya borî ku baregeheke hêzên ewlehiyê yên Pakistanî li Pêşawar hedef girt. Di encamê de 12 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Her çendî tu aliyekî berpirsiyariya êrîşê negirtibe ser xwe jî, rayedarên Pakistanî 'şaneyên terorîst ên girêdayî Efganistanê' tawanbar kirin ku ew li pişt êrîşê ne.