Ji îstikvan Katayun Riyahi parvekirina balkêş

Tevî ku ji ber piştgiriya tevgera şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadi" hatiye qedexekirin jî, aktrîs û çalakvana Îranî Katayun Riyahi careke din bi rêya medyaya dîjîtal bal kişand ser fikarên civakî.

Navenda Nûçeyan – Lîstikvana sînema û televîzyonê û aktîvîsta civakî Katayun Riahî ya ji ber piştgiriya xwe ya ji bo serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadi" ji pîşeyê hatibû dûrxistin û xebatên wê hatibû qedexekirin, bi parvekirina xwe ya li hesabê xwe ya Instagramê piştgirî da Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ û qirêjiya hewayê û şewitandina mazotê ya gef li jiyana mirovan dixwe rexnê kir.

Katayun Riahî, di parvekirina xwe de wiha got: "Di hewaya qirêj de mirin an jî bi darvekirinê mirin? Hilbijartin a we ye."

Peyama Katayun Riahî fikarên raya giştî yên li ser zêdebûna hejmara darvekirinê û qeyrana qirêjiya hewayê li Îranê nîşan dide. Katayun Riahî, beriya niha jî hertim piştgirî dabû tevgera jinan û mafên civakî û nerînên xwe li ser medyaya civakî anibû ziman.

Katayun Riahî, piştî qetilkirina Jina Emînî ya ji aliyê hikûmetê ve wêneya xwe ya bêyî hicabê parvekiribû û piştgirî dabû serhildana gel a “Jin, Jiyan, Azadî”. Katayun Riahî, piştî parvekirina xwe hat girtin û piştre hate berdan.

Çalakiya Katayun Riahî di gelek dezgehên medyayê de cihek berfireh girt û medyaya alîgirê hikûmetê jî aktîvîst hedef nîşan dabû. Lêbelê, rûxmê hemû êrîşan jî lîstikvana navdar dev jî daxwaz û piştgiriya xwe berneda.