Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên jin: Parastina jinan ji tundiyê misoger dibe

Li dijî bûyerên tundiyê ku bi dijwarî jin dijîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên malbat û jin di warên civakî û hiqûqî de tên pêkanîn. Zagonên ji 40 bend û 26 rêgezan pêk tên dibin pira parastina jinan ji tundiya mêran.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê-Piştî Şoreşa Rojava, di sala 2014’an de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo destkeftiyên  xwe mîsoger bikin di qada hiquqê de dest bi xebatan kirin û bi navê Zagonên Jin ango Zagonên Malbatê ji bo tundiya li ser jinê bê rawestin gavên ber bi çav hat avêtin.. Ev zagon di 2014’an de ji bo parastina mafên jinan, pêkanîna pîvanên hevjiyana azad û avakirina rêgezên malbata demokratîk, derketin û hatin pejirandin, pişt re di 2021’ê de navê wê hat guhertin û bû Zagona Malbatê. Derbarê vê mijarê de Rêveberiya Mala Jin a kantona Firatê Semîra Elî û Endama Dadgeha Civakî ya kantona Firatê Nînwa Salih ji ajansa me re axivîn.

‘Sembola edalet û wekheviyê bûye navenda tundiyê’

Rêveberiya Mala Jin a kantona Firatê Semîra Elî di vî warî de dibêje: “Ger mirov rewşa jinan di destpêka dîrokê de pênase bike, em dikarin bibêjin ku jin enerjî û hêza herî sereke ya pêkanîna edaleta civakî bû. Bi derketina hişmendî û hêzên desthilatdar mixabin ev rastî hat berovajîkirin bêmafiya herî mezin jî li hemberî jinan hat û tê bikaranîn. Lewre em dibînin ku di asta yekem de jin rû bi rûyê tundiya fizîkî, derûnî, aborî, civakî, çandî, tendirustî û hwd tên. Ji bo vê jî jin di van qadên ku tê de rastî tundiyê tên, hatin derxistin ku em dibînin zilam di van warên jiyanê yên di bingehê de afirandinên jinan in, serwer in. Jina ku sembola edalet, wekhevî û pêkanîna zagonên civakî bû, niha ji aliyê pergala zayendperest ve di van mijaran de tundiyê dijî.”

Ji bo rawestîna van bûyeran, ji aliyê gelek jinan ve serîrakirin pêk tên û li gelek welatên Rojhilata Navîn û cîhanê hevpeyman û zagonên ku qaşo jinan ji tundiyê diparêzin hene. Her wiha tevî ku roja 25’ê Mijdarê jî weke Roja Têkoşîna li Dijî tundiya li Ser Jinan tê naskirin jî em dibînin heta niha di pratîkê de jin ji tundiyê nayên parastin ku li gorî rêjeya giştî ji 3 jinan 1 bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Bêguman ev rastî di tevahî civakên Rojhilata Navîn û cîhanê de jî rû dide lê hinek dever ji bo jinan bi ewletir in û hinek jî xeter in. Li Sûriyeyê ku ji 2011’an ve pêvajoya aloziyeke kûr dijî, bûyerên tundiya li hemberî jinan gihîştin lutkeyê ku bandoreke mezin li ser rûxandina nirx û pîvanên civakê kir. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nava pêlên şoreşê re derbas dibe, jin bi xwe çarenûsa xwe diyar dikin û rêbazên têkoşîna li hemberî tundiyê hildibjêrin.

‘Rawestandina tundiyê plansaziyeke stratejîk dixwaze’

Semîra Elî destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên ji bo rawestandina tundiyê hatine avêtin û got: “Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re her wiha tevî ku şer pêk hatin jî rêxistin û tevgerên jinan dikaribûn di warê parastina jinan ji tundiyê de gelek xebatên bi nirix bidin meşandin. Xebatên em behsa wan dikin di çarçoveya rêxistinî, hiqûqî, rêveberî û li gorî rêgezên bîrdoziya neteweya demokratîk ku tê zanîn hîmê wê yê bingehîn û stratejîk jin e, hatin pêkanîn. Bêguman beriya şoreşê jî xebatên ji bo jinan dihatin meşandin lê ew jî di asta rêxistinî de diman. Ji bo vê jî bi fermîbûna rêxistinên jinan re, me hemû karên xwe spartin zagonên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bicihanîn. Ez dikarim kantona Firatê ku gelek navçe û bajarokan digre nava xwe, weke mînak nîşan bidim. Li tevahî navçe û bajarokên Firatê jin hatin birêxistinkirin û di gelek dozên weke pirzewacî, danîngeha zarokan, nefeqe, îxaneta hevjînî, tundî û hwdi de dixebitin. Lewre kombûna hêza jinan a li gel hev a bi armanca avakirina civakeke exlaqî û polîtîk xwe dide der. Ev yek bi alîkariya komîteyên me yên lihevanînê ku di mijarên dadweriya civakî de dixebitin pêk tê. Ji bo vê ez dikarim teqez bikim ku xebatên jinan weke xelekên zincîrê hev temam dikin.”

Bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, pergaleke gelek cuda ku di nava xwe de hebûn, nasname û rola jinan diparêze xwe da der. Di vî warî de bi taybetî di mijara parastina jinan ji tevahî cureyên tundiyê, xebatên hevbeş di navber rêxistinên jinan ên civakî û Rêveberiya Xweser de hatin meşandin. Ji berhemên lihevkirin û şoreşa jinan, Zagonên Jin ango Zagonên Malbatê ye. Ev zagon di 2014’an de ji bo parastina mafên jinan, pêkanîna pîvanên hevjiyana azad û avakirina rêgezên malbata demokratîk, derketin û hatin pejirandin, pişt re di 2021’ê de navê wê hat guhertin û bû Zagona Malbatê. A niha jî Encûmena Gelan amadekariyan dike ku di dema pêş de qanûna ji 40 bendan pêk tê, bi rengekî fermî erê bike ku êdî li tevahî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were meşandin.

‘Em bi rêbazên civakî û zagonî dawî li pirsgirêkan tînin’

Semîra Elî rola Mala Jin di pêkanîna Zagona Malbatê de wiha nirxand: “Weke Mala Jin ku di vî warî de xwedî rol û bandoreke girîng e, em xwe dispêrin nirxên civakî û Zagona Malbatê jî. Di zagona malbatê de gelek bendên girîng hene ku mafên herdu aliyan, her wiha zarokan jî diparêzin. Weke Mala Jin heta ji destên me tê, em bi rengekî civakî û bi alîkariya komîteyên lihevanînê doz û pirsgirêkan çareser dikin. Dema êdî ji bin serweriya me dertê, êdî li vir rola Edaleta Civakî dest pê dike. Mirov dikare mijara pirzewaciyê weke mînak bide. Mixabin heta niha jî ev bûyer tê jiyîn ku ev tênegihîştina civakê di neyînîbûna vê mijarê de, diyar dike. Tê zanîn ku parastin û pêşxistina malbatê ji herdu aliyan ve tê xwestin ku bi rengekî hevbeş dawî li pirsgirêk û nakokiyên xwe bîne. Lê civaka me gelek caran van pîvanan derbas dikin ku ev yek bi xwe re bi dehan pirsgirêkan çêdike. Bûyerên bi vî rengî zemîna malbatê ji bingehê ve têk dibe, her wiha em dibînin zarok jî dibin qurbaniyên nakokiyên di navbera dayik û bav de. Di vî warî de weke Mala Jin em xebatên xwe yên civakî jî dikin, nîqaş tên meşandin û li aliyekî din bi Edaleta Civakî re pêwendiyê pêk tîne. Em dikarin bibêjin ku rêjeya van bûyeran kêm bûye lê dîsa hê jî heye.”

Di warê qanûnî de dadgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên civakî zagonên taybet ên ji bo dozên jinan bi kar tînin. Li kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûna Jin ku ji 26 ceza û rêgezan pêk tê, bi kar tîne. Ev zagon di 2015’an de hatiye pejirandin ku bi riya wê tevahî dozên girêdayî jinan, tundî, qetilkirin, xwekuştin û hwd. tên çareserkirin.

‘Di cezakirina sûcdaran de gelek zagon û ceza hene’

Endama Dadgeha Civakî ya kantona Firatê Nînwa Salih ku di odeya ceza de dixebite, behsa naveroka sûc û cezayên tundiyê kir û got: “Weke dadgeh dozên tundiya li ser jinan ji aliyê lêdan û îşkenceyê, qetilkirin û xwekuştinê ve tên gel me û em şahişdiya van bûyeran dikin. Em jî li gor zagonên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi van sûcan re mijûl dibin ku ku her sûcek madeyên wê yên cuda yên ceza hene. Ger jinek lêdan ji hevjîn, bav ango birayê xwe bixwe, ev sûc bi 3 şêwazan tê dadgehkirin. Ger jin giliyê xwe li dadgehê pêşkêş bike divê bi xwe re rapora tendirustiyê bîne. Êdî li gorî vê raporê û rojên ku lêdan xwariye ceza cuda dibe. Ger lêdana zilam bi rengekî sivik bandorê li ser jinan bike, cezayê vê girtina ji 10 rojan heta 3 mehan e. Di vê mijarê de şert e ku jin giliyê xwe pêşkêş bike lê dema ku ew doza xwe vekişîne yekser ev doz tê rawestandin û kesê tundî kiriye tê berdan. Sûcên bi vî rengî li ser jinan disekinin ku giliyê xwe bigihîjînin serî. Hinek doz ango bûyer hene ku jin lêdaneke dijwar ku digihîje asta hovîtiyê hene êdî di vir de mafê giştî heye û ger jin giliyê xwe vekişîne jî ew doz nayê rawestandin. Cezayê wê yê girtinê jî ji 3’ê mehan dest pê dike û her wiha cezayê diravî jî dide.”

Nînwa Salih anî ziman ku jin ji ber zextên civakê gelek caran giliyên xwe vedikşînin û got: “Weke dadgeh em zagonên ku jinan diparêzin bi kar tînin lê mixabin xebatên me jî sînordar in. Ji bo vê jî dema ku jin di encama zextên malbatî û civakî de neçar dimînin ku giliyê xwe vekişînin êdî em jî nikarin alîkariyê pêşkêş bikin û kesên tunekar serbest tên berdan. Lê dema ku jin di mafê xwe de bi îsrar bin û doza xwe bighînin dawî, em jî tevahî mafên wê bi dest dixin. Ji xwe me diyar kir, hîn doz hene mafê giştî di nav de heye. Lê dîsa jî ji birayra jin bandor dibin, dema jin dozê berdewam nekin em li gor zagonên xwe yên heyî ceza didin, lê em neçar in ku cezayê wan siviktir bikin.”

Zilamên serdest ku jinan weke kole û bi pênaseyên weke jin (Namûse) didin nasîn, ji xwe re qetilkirina jinan mafekî rewa dibînin. Lewre ger em bala xwe bidin rêjeyên qetilkirina jinan, em ê di bin piraniya van cînayetan de bihaneya ku ji bo namûsê hatiye qetilkirin ango şerefa malbatê paqij kir, bibînin. Ev xal ango bihane di zagonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de qedexe ye û cezayê wê girantir e.

‘Qetilkirina jinan cînayet e û cezayên wê yên giran hene’

Nînwa Salih ev mijar wiha bi lêv kir: “Dozên qetilkirin û xwekuştina jinan jî xwe didin der. Di destpêkê de dema jin werin qetilkirin ango xwe bikujin jî di vir de teqez kesek ango mijareke ku bandorê li ser bûyerê kiriye heye. Jixwe kesên jinan qetil bikin yekser tên cezakirin, di warê xwekuştina jinan de jî kesên dibin sedema xwe darvekirin, şewitandin ango berdena guleyan jî li gorî rê û rêbazên me tên cezakirin. Di van herdu dozan de jî mafên giştî tên bikaranîn ku cezayên kesên dibin sedema xwekuştina jinan ji 3 mehan, heta 3 salan didome. Jixwe mijara qetilkirina jinan a bi zanebûn jî cînayet r ku ji 3 salan heta 20 salan ceza heye. Di vî warî de xaleke balkêş û girîng heye. Di zagonên me de weke Rêveberiya Xweser, qetilkirina bi armanca (namûs) weke di nava civakê de tê bilêvkirin, tune ye û nayê pejirandin. Di hinek welatan de dema kujer sûcê xwe dispêre mijarên namûs ango şerefê, yekser ew doz tê rawestandin û qatil serbest tê berdan. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev mijar berovajî ye, ger qatil vê bihaneyê bi kar bîne yekser ev cînayet dikeve beşa sedemên dijwar ên qetilkirinê ku cezayê wê girantir dibe.”

Nînwa Salih da zanîn ku ew bi hevkariya Mala li ber zewaca zarokan û pirzewaciyê jî dibin bend û got: “Di mijarên zewaca zarokan, pirzewacî, berdêlî û hwd. de ev doz girêdayî Malên Jin in. Mala Jin van mijaran dişopîne û belge dike ku bi rengekî fermî digihîjîne dozgeriya giştî û êdî dozgerî dest bi lêkolînan dike. Di zewaca duyemîn de, herdu alî tên girtin. Cezayê wê yê girtinê ji 3 mehan dest pê dike û pêve girêdayî jî cezayê diravî heye. Her wisa ev zewac nabe ku were tesbîtkirin ku li gor zagonên Rêveberiya Xweser îptal dibe û jina duyemîn jî nikare daxwaza mafên xwe yên di çarçoveyên zagonên zewacê de bike. Ji bo zewaca zarokan, herî zêde gilî ji Mala Jin de tê lê dîsa jî her kes dikare dozgeriya giştî agahdar bike. Di vir de hevjîn,wekîlê zarok û melayê ku zewac pêk aniye tên dadgehkirin û cezayê xwe jî dibînin. “

‘Xwedîderketina jinan a li zagonan bingeha bidawîkirina tundiyê ye’

Herî dawî Nînwa Salih da diyarkirin ku  di demeke ku zagonên jinan diparêzin hene de, gelek jin bêmafiyê hildibjêrin û got: “Bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên ku di dadgehan de tên bikaranîn, dikevin xizmeta jinan û di asta yekem de wan ji tundiyê diparêzin hene. Kîjan jin serî li me bide, em amade ne li gorî zagonên ji bo wê hatine pejirandin erka xwe bînin cih û mafên wê jî bi dest bixin. Di vir de hêviyên min ji bo hinek jinan hene, dema ku hûn li şûna mafên xwe keneşopiyên civakê hilbijêrin divê hûn bizanibin biryara we bandorê li ser jinên din jî dike. Ji bo vê jî daxwaza me ji jinan ew e ku dema hûn bi rastî jî ziyanên cidî bijîn divê li pey giliyê xwe bin da ku em jî bikaribin mafên we bi temamî bixwazin. Divê em ji bîr nekin ku cezakirina tundkaran rê li ber van bûyeran digre. Di vî warî de zagonên jinan xwedî rol in lê divê jin jî xwedî li zagonên xwe derkevin.”