Li Arjantînê çalakiya piştgiriyê bi YPJ’ re
Li Arjantînê jinan piştgiriya xwe bi Kampanya “Em hemû YPJ ne” ragihandin û banga parastina destkeftiyên Şoreşa jinan kirin.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Em hemû YPJ ne” Li bajarokê Villa Giardino ya Arjantînê, çalakiya piştgiryê hat lidarxistin.
Ev çalakî ji aliyê Panuelos en Rebeldia û Alina Mekanı ve, li ser banga Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hate organîzekirin.
‘YPJ mîrateya hemû jinan e’
Bername bi xwendina peyama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rojhilat Efrîn dest pê kir.
Di peyama ku ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ve hatibû şandin, hat destnîşankirin ku xweparastin ji bo jin û civakê mafekî rewa ye. Her wiha YPJ'ê di warê rizgariya jinan û xweparastinê de modelek nû afirandiye.
Çalakvana jin Claudia Korol di çalakiyê de axivî û bal kişand ser danûstandinên di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê û hikûmeta Şamê de. Diyar kir ku hewldanek heye ku destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bên parastin.
Claudia Korol, balkişandin ser zextên zêde yên li ser tevgera jinan û banga bilindkirna têkoşînê kir û tekezî bi parastina nirxên şoreşê kir.
Her wiha jinan di Di çalakiyê de bal kişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ya ji bo pêvajoya “Aştî û civaka demokratîk” û hat diyar kirin ku tevahî hewldan û lêgerîna gelê Kurd ji bo peydakirna çareseriyek demokratîk û maînde.
Di beşek ji bernameyê de, agahî li ser xebatên navenda Alina Space jî hate dayîn, ji bo bîranîna Alina Sánchez, ku ew jî bijîşkeke enternasyonalîst a li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, hatiye damezrandin.
Hat ragihandin ku navend li ser erdê ku ji hêla diya Alina Sánchez, Patricia Gregorini ve hatiye bexşandin û ev navend hatiye damezrandin û çalakiyên têkildarî hevgirtina femînîstan, perwerdehiya siyasî û hilberîna kolektîf pêk tîne.
Di tevahiya çalakiyê de, beşdaran peyamên piştgiriyê YPJ’ê dan û dirûşmeya “Tu ne bi tenê yî” bilind bûn.