Li Amedê jin behsa tundiyê dikin: Tundiya aborî zêde bûye
DAKAP’ê di atolyeyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li dar xistin de, guh dan çîrokên jinan, li dijî vê rêbazên têkoşînê bi pêş dixe. Endama Komîteya Amadekariyê Gulîz Demîroglu banga beşdariya meşa fînalê li hemû jinan kir.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Platforma Dîcle ya Jinan a Amedê (DAKAP), xebatên xwe yên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê didomîne.
Bi bernameyên ku li navçe û taxan ji bo jinan li dijî tundiyê atolye tê lidarxistin de, bi kampanya ‘Gotina me xilas nebûye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ ku rêveberiyên herêmî tînin ziman bi awayekî bi hêz xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin. DAKAP wê fînala xebat û çalakiyên xwe bi meşa ku di 25’ê Mijdarê de li qada Deriyê Çiyê li dar bixin bike.
Endama Komîteya Amadekariya 25’ê Mijdarê ya DAKAP’ê Gulîz Demîroglu, jinên Amedê yên ku li dijî tundiyê têdikoşîn vexwend meşê.
‘Em ê têkoşînê berfireh bikin’
Gulîz Demiroglu da zanîn ku weke DAKAP di nava xebatan de ne û anî ziman ku ji hefteya yekem a meha Mijdarê ve heta niha bi xebatên xwe bi jinan re ne.
Gulîz Demîroglu der barê girîngiya 25’ê Mijdarê ji bo jinan ev tişt got: “Me jinên Amedê îsal bi pêşengiya DAKAP’ê, bernameyên ku em xwe bigihîjînin jinên li her qadê bajar dijîn, hevdîtin bikin amade kir. Em jin her roj bi felaketek nû radibin. Em her roj bi nûçeyên cînayetên jinan û destdirêjiya li ser zarokan dest bi rojê dikin. 25’ê Mijdarê ji bo me ne dîrokek e. Heta hefteya 25’ê Mijdarê me bernameyên perwerde û hişyarîkirina li dijî tundiyê li dar xist. Em xebatên ji bo mezinkirina têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê dikin.”
‘Li Kurdistanê tundî di asteke din de ye’
Gulîz Demîroglu da zanîn ku gelek astên tundiyê hene û jin rastî her cureyê tundiyê tên û wiha domand: “25’ê Mijdarê ji bo me rêxistinkirin û têkoşîn e. Ji xwişkên Mîrabel heta niha tiştek ku hatibe guhertin tune ye. Jin hê li dijî şertên faşîzmê li ber xwe didin û têdikoşin. Ev tundî bi hemû asta xwe belavî jiyana me bûye. Em di welatek wisa de dijîn ku her cure tundiyê dibînin. Tundî li Kurdistanê di asteke din de tê jiyîn, ev tundî rojekê tundiya mêr e, bi awayên cuda yên weke tundiya tecrîd û darazê û tundiya aborî derdikeve pêşberî me. Tekane riya rawestandina vê tundiyê di têkoşînê de derbas dibe. Em di ferqa vê de ne. Em bi vê hişmendiyê xebatên xwe didomînin.”
‘Tundiya aborî her diçe zêde dibe’
Gulîz Demîroglu destnîşan kir ku bi atolyeyên li dar xistine, jin tundiya ku rast hatine tînin ziman û li dijî vê rêbazên têkoşînê bi pêş dixin û bal kişand ku bi hişmendiya rêxistinkirin û xweparastinê li qadê cih girtine. Gulîz Demîroglu îşaret bi wê yekê kir ku jin di pêvajoya dawî de bi awayek dijwar rastî tundiya aborî tên û got: “Di atolyeyan de piranî jin ji polîtîkayên şerê taybet û xizaniyê gilî dikin. Niha di civakê de xizanî heye. Ev xizanî herî zêde bandorê li jinan dike. Jin nikarin dahata xwe pêk bînin, kar nabînin û gelek deman dema dixwazin kar bikin rastî aqilê mêr tên. Niha tundiya aborî gelek zêde bûye. Cureyê tundiyê yên ku li pey tundiya fizîkî û psîkolojîk, tundiya aborî ye. Riya ji vê derketinê di têkoşînê de derbas dibe. Em dizanin bi têkoşînê em ê vê derbas bikin. Em xebatên xwe li ser vê esasê didomînin.”
‘Jin wê li qada Deriyê Çiyê kom bibin’
Gulîz Demîroglu diyar kir ku wê xebatên wan bi meşa fînalê bi dawî bibin û wiha got: “Niha li gelek navçe û taxan atolyeyên jineolojiyê tên lidarxistin. Ji derveyî vê li dijî polîtîkayên şerê taybet em li gel jinan tên ba hev. Em li gel şaredarî û rêxistinên civaka sivîl bernameyên hevpar amade dikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de daxwazên xwe careke din binîn ziman. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê wê rojê li qadê bin. Em ê 25’ê Mijdarê li qada Deriyê Çiyê li hev kom bibin.”