Ciwanên Mexrîbî li kolanan e: Azadî, edalet û rûmet olan dide
Piştî bêdengiya hefteyekê xwepêşandanên tevgera ‘Nifşê Z212’ careke din li qadê Mexribê deng veda. Li bajarên cuda yên welat çalakiyên hemwext ên ciwanan li dijî şertên civakî û bihabûna maliyeta jiyanê hatin lidarxistin.

HENAN HERÊT
Mexrib – Ciwanên ‘nifşê Z212’ roja 18’ê Cotmehê Şemiyê, piştî navbera hefteyekê careke din daketin qadan. Rabat, Kazablanka, Merakeş û Tanca di nav de li gelek bajaran çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Ev piştî axaftina vekirina dema nû ya çêkirina zagonê ya Kral a di 10’ê Cotmehê de vegera yekem a tevgerê ya qadê bû.
Ev veger, tevî ku rastî demek sembolîk hat, li gorî çalakiyên berê beşdariyek kêm nîşan da. Bi taybetî li Rabat û Marakeşê hejmara beşdaran gelek kêm bû. Xwepêşandêr ji derveyî başkirina şertên xizmetê, daxwaz dikin ku girtiyên siyasî werin berdan.
Komên biçûk ên li qadên Kazablank û Tancayê kom bûn, dirûşma ‘Azadî, edaleta civakî û rûmetê’ berz kirin û li dijî bihabûna pêdiviyên jiyanê û xirabûna xizmetên bigehîn bertek nîşan dan. Di bingeha xwepêşandanan de, daxwazên civakî û aborî ji roja destpêkê ya tevgerê ve dihatin ziman cih girtin.
Çalakiya aştiyane
Xwepêşandêran, diyar kirin ku çalakiyên wan aştiyane ne û bi biryar in bêyî serî li tundiyê bidin daxwazên xwe bînin ziman. Li peytext Rabatê bi dehan kesên li ber parlamentoyê kom bûn, banga têkoşîna ji bo perwerde, tenduristî û li dijî gendeliyê kirin, dirûşma bingehîn ‘yekîtiya Mexribê’ bû.
Li gorî xwepêşandanên din, tevî ku atmosferek sadetir bû, peyama ku vê seknê daye eşkere bû. Tevger dest ji têkoşîna ji bo mafê civakî û aborî yê ciwanan bernade.
Di axaftinan de hatibû diyarkirin ku divê di çareseriya zoriyên civakî û aborî yên welat de bi aktorên cuda re hevkarî were kirin. Lê belê behsa xwepêşandanan nekiribû. Wekî din vegera ‘nifşê Z212’ ya qadan, nîşan dide ku tevî hewldanên aramkirina siyasî û medyayê, di nava ciwanan de rageşiya civakî didome.
Li aliyê din, tevgera ku ji qada dîjîtal derket qadê, rûbirûyî zoriyên rêxistiniyê ne. Baskek li başûrê welat, bi hinceta ‘kêmaniya koordînasyona navendî’ ragihand ku veqetiyane. Di heman demê de nûçeyên ku şaxên li herêma Rojhilat ku bi heman awayî difikire ku vekişin tên belavkirin lê belê hê ev bi fermî nehatiye piştrastkirin.
Tevî kêmbûna beşdariyan, sedema wê jî dibe ku cezayê girtîgeh û pere yê ji bo hinek beşdaran hatibe dayîn be. Tevger di hefteyên dawî de di mijarên civakî, edalet û bihabûna jiyanê de hişyariya civakê zêde kir û bû yek ji tevgera ciwanên nû ya li Mexribê ya herî balkêş. Tevger xwe dispêre hebûna bi hêz a dîjîtal, bi rêbazên aştiyane û xuliqkar wê domandina daxwazên xwe bidomînin.
Hêrsa li ser medyaya dîjîtal veguherî tevgera civakî ya li qadan
Tevger hewl didie di nava kolanan de û li ser platformên dîjîtal, kapasîteya xwe vegerîne çalakiyeke civakî. Xwepêşandanên ‘nifşê Z212’ di dawiya Îlonê de, li dijî xirabûna şertên jiyanê û bihabûna maliyeta jiyanê weke însiyatîfa ciwanan ku bi xwe derketiye destpê kir. Pêla berteka dîjîtal ku di medyaya dîjîtal de derket, di demek kin de li bajarên cuda veguherî çalakiyên kolanan.
Tevger, bi taybetî piştî ku li Agadir di nexweşxaneyake dewletê de 8 jinên ducanî jiyana xwe ji dest dan, bi daxwazên aborî û civakî bal kişandin. Vê bûyerê pêla xwepêşadanên ku bi lez belav dibin gur kir.
Di rojên destpêkê de di hinek rageşiyên bi hêzên ewlehiyê re hatin jiyîn de, bikaranîna hêza polîsan, bû sedema bertekên rêxistinên mafên mirovan. Human Rights Watch di vê mijarê de raporek berfireh weşand lê belê piştî demek kin, daxwaza nermbûnê li aliyan hat kirin û xwepêşandan her çû di xeteke aştiyane de berdewam kirin. Ev rewş bû taybetmendiya diyar a çalakiyên hefteyên dawî ya tevgerê.