Jinên Iraqî ji bo mîrata çandî û vejandina kevneşopiyê li hev civiyan
Ji bo hişiyarkirina li ser mîrata çandî û vejandina kevneşopiyên resen ên Bexdayê, rûniştinek ji bo vejandina rêûresma "Qebûlkirina Jinên Bexdayî" hate organîzekirin.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Bexda – Duh Navenda Çandê ya Sûsê ji bo vejandina rêûresma "Qebûlkirina Jinên Bexdayî" rûniştinek li darxist. Di rûniştinê de modeya jinan di şaristaniya Mezoptamyayê de û têgeha xweşikbûn û bedewabûnê ji bo jinên hemdem, hate nîqaş kirin.
Di atmosfereke kevneşopî de Navenda Çandî ya Sûsê, ku ji hêla Sara El-Sarraf ve tê birêvebirin, mazûvaniya arkeolog Juman El-Samarai, pisporê tenduristiya derûnî Dr. Rawaa Samî û dermansaz Furqan Fouad mêvandar kir. Di çalakiyê de van axaftvanan li ser modaya jinan di şaristaniya Mezopotamyayê de û têgeha xweşikbûn û bedewiyê ji bo jinên hemdem nîqaş kirin.
'Qebûlkirina Jinên Bexdayî'
Nivîskar Sara El-Sarraf, nivîskara "Qebûlkirina Jinên Bexdayî" da diyar kirin ku dar El-Sûsê ji bo çandê 85 salî ye. Ez nêzî 28 salan di vê malê de jiyam. Dema ku min 20 salan ew hişt, min nikarîbû ji hêla ruhî ve wê biterikînim. Lê di dawiyê de, hêvî û xewnên min rast hatin û karîbûm careke din vegerim vê deverê û wê bi çandê carek din zindî bikim. Sara El-Sarraf got: "Ji ber pirsgirêkên ku civaka Iraqê pê re rûbirû ye, ev xanî nikare tenê muzexaneyek be; divê ew were veguheztin cihekî çalak ku beşdarî guhertinên erênî dibe. Ji ber vê xanî bûye navendeke çandî ku hemû pirsgirêkên civakê eleqedar dikin lê têne pêşkêş kirin. Bi armanca beşdarbûna di guhertin û hişyariyê de. Ji vê perspektîfê ve, beşek ji çalakiyên navendê bûye qebûlkirina jinên Bexdayî."
Hewcedarî bi kombûna jinan û nîqaşkirina pirsgirêkan heye
Sara El-Sarraf xuya kir ku hewcedariya jinên Beexdayî bi lidarxistina civîn û rûniştinên rêkûpêk hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo dapîrên me tiştekî asayî bû ku mehane civînek li dar bixin. Lê civînên wê demê sade bûn û giraniya fikarên ku civaka Iraqê îro jê dikişîne hilnegirtin. Niha em pir hewcedarê me hemûyan in ku di guhertin û ronakbîriyê de rolek bilîzin. Agahiyek dikare jiyana mirovekî an jî jiyana kesên din ên li dora wî biguherîne. Ji ber vê me biryar da ku civînên mehane yên jinan divê her gav li ser ramanek bin ku di nav beşdaran de tê nîqaşkirin û belavkirin."
Modeya jinan di şaristaniya Mezopotamyayê de
Arkeolog Juman El-Samarrai pêşveçûna modayê di şaristaniyên Mezopotamyayê de nirxand û da zanîn ku ji ber ew ne tenê rêbazek ji bo nixumandina laş bû, lê zimanekî sembolîk pêk dianî ku rewşa civakî, nirxên estetîkî û olî nîşan dida û avahiya rewşenbîrî û civakî ya şaristaniyan ji Sumeran bigire heya Keldanî û Aramiyan eşkere dikir. Juman El-Samarrai wiha gotinên xwe domand: "Di şaristaniya Sumeran de, moda sade û elegant bû. Mêran kawnik (cilê herêmî yê ji hirî çêkirî û bi wateyên sembolîk xemilandî) li xwe dikirin. Di heman demê de jinan cil û bergên xemilandî û zêrên zêr û lapis lazuli li xwe dikirin. Rengên ji nebat û mîneralan hatine derxistin hatin bikar anîn, ku pêşveçûna hunerên boyaxkirinê nîşan didin. Şahbanû Şûbad wek sembola sofîstîkebûn û jinbûna pîroz dihat nasîn."
Çanda civaka Iraqî di nava serdeman de
Juman el-Samarrai balkişand ser çanda di serdemên Akadî, Baîlî û Aşûrî de û got: "Materyal û xemilandin pêş ketin. Qumaşên bi tayên metalî hatine xemilandin, kember û cilên dirêj wek sembolên hêzê derketin holê. Di serdema Babîlî de, tayên keten ên nazik û zêr hatine bikar anîn. Rengên wek binefşî nîşaneya çînên jorîn bûn. Xemilandin û bîhnxweş wek beşek ji rêûresmên bedewiya olî derketin holê. Di serdema Asûriyan de, qatên qumaş û xemlên zêde, zêde bûn. Padîşahan cilên bi sembolên olî xemilandî li xwe dikirin, prensesan tacên bi gewher û şêwazên porê xemilandî li xwe dikirin, ku luksê qesran nîşan dida. Di serdemên Keldanî û Aramî de, moda ji hêla çandên cîran ve bandor bû, bi derketina holê ya destên fireh, cilên xemilandî û şêwazên geometrîk ên ku vebûna çandî diyar dikirin."
Qalibên bêkêmahî û krîza psîkolojîk
Dr. Rawaa Sami û pispora derûnî li ser sedemên li pişt diyardeya zêdebûna cilên carinan nepejirandî û xweşikkirina zêde axivî. Rawaa Sami da zanîn ku ev diyarde ji bandora ketina çandên cihêreng nav civaka me, ji bilî bandora medyayê û platformên ragihandinê yên virtual, ku beşdarî afirandina modelên standardîzekirî yên bedewiyê bûne, tê. Rawaa Samî got: "Têgeha bedewiyê ne têgeheke nûjen e, ew bi hezaran salan di şaristaniya Iraqê de bi kûrahî koka xwe girtiye. Bedewî ne tenê bi xuyabûna derve ve sînordar e, lê rewşeke psîkolojîk a mîratî ye ku aîdiyet, baweriya bi xwe û hevsengiya psîkolojîk nîşan dide."
'Azadiya cil û bergan berpirsiyariyeke takekesî ye'
Dermansaz Furqan Fûad bawer dike ku cil û berg û moda di çarçoveya azadiya kesane de ne û destnîşan dike ku cil û berg bi rêya şêwaz û reng kesayetiya kesekî nîşan didin. Ji ber vê em îro dibînin ku hin ciwan ji bo xwe îfade bikin, taybet di xortaniyê de, modên tundrew ên wek pantolonên jeans ên çirandî, bikar tînin. Ew bi tiştê ku wek "trend" tê zanîn têne birin û di modaya de yên din teqlîd dikin.
Rûniştina çandî bi pêşandaneke stranên kevneşopî yên Bexdayê ji aliyê hunermend Hala Bassam El-Bayati ve, digel lêdana hunermend Lian Diaa, bi dawî bû. Ev jî atmosfereke zindî û înteraktîf di nav beşdaran de afirand.