Qadek ji bo derbirîna hestan: Pêlawaz

Mamoste û stajyerên navenda Pêlawaz a hunerî ya li bajarê Qamişloyê, dan zanîn ku navend ji bo piştevaniya jêhatîbûna ciwanan e û gotin: "Ew weke qadek ji bo derbirîna hestan e."

ŞÊRÎN MUHEMED

Qamişlo – Li Bajarê Qamişloya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li quncikê her malekê amûrek mûzîkê tê dîtin. Dema ku hûn li kolanên bajêr bimeşin, hûn ê gelek hezkiriyên huner û wênesaziyê bibînin. Ev kevneşopiya ku bajêr pê tê nasîn e.

Navenda Pêlawaz li bajarê Qamişlo ji bo pêşxistina jêhatiyên ciwanan, di warê lêdana muzîkê, wênesaziyê û stranbêjiyê de dixebite û ji bo stajyeran cîhek peyda dike da ku jêhatiyên xwe pratîk bikin.

'Pêlawaz hînkirinek akademîk pêşkêş dike'

Mamosteya hunerê ya navenda Pêlawaz Sûzan Hesen diyar kir ku navenda Pêlawaz nêzî salekê ye, di warên wênesazî, stranbêjî û lêdana muzîkê de piştgiriyê dide jêhatiyên ciwan. Sûzan da zanîn ku navend, derfetên hunerî peyda dike û wiha got: "Navend çend beşên cûda dihewîne ku di nav de beşa Muzîkê ku keman, gîtar, buzuq, tembûr, ûd û piyanoyê fêr dike. Her wiha ji bo pêşxistina dengên ciwanan di warên stranbêjî û solfejê de dixebite. Her beşek tîmek wê cuda heye. Hînkirin akademîk e û navend kesên ji her temenî qebûl dike. Di salên dawî de ciwanên jêhatî ji bo pêşxistina xwe hatine destekkirin."

'Navend piştevaniya madî û manewî pêşkêş dike'

Sûzan Hesen derbarê jêhatîbûna xwe de wiha axivî: "Nêzî 4 salan e li ser pêşxistina jêhatîbûna xwe ku ew jî wênesazî ye, dixebitim. Her wiha endama tîma wênesaziyê ya Orkîdeyê li bajarê Qamişlo me û min bi piştgiriya tîm, malbat û hevalên xwe di vî warî de xwe bi girîngî bipêş xistiye. Em li navendê piştevaniya madî û manewî didin şagirtan. Divê her kesek xwedî li jêhatiya xwe derkeve û wê bipêş bixe. Ji ber ku pêşxistina kesayeta xwe motîvasyonek mezintir ji mirovan re peyda dike."

'Huner qadeke ji bo derbirîna hestan e'

Stajyer Nalîn Yûsif jî kêfxweşiya xwe ya ji bo navendê anî ziman û wiha got: "Ji dema ku navend vebû, min berê xwe dayê da ku hînî stranbêjî û lêdana enstrumanan bibim. Di destpêkê de min dixwest fêrî lêdana tembûr û buzuq bibim, lê di tevahiya rêwîtiya xwe ya fêrbûnê de, min karî xwe û jêhatîbûna xwe bêtir bipêş bixim. Niha di lêdana gelek enstrumanên têl de, tevî tembûrê, jêhatî me. Min piştgirî ji malbata xwe bi taybetî ji bavê xwe girt. Ji ber ku ew kesekî ku ji huner û lêxistina muzîkê hez dike ye. Ev yek bû sedema motîvasyona min ku xwe û jêhatîbûna xwe bipêş bixim. Evîna min ji bo hunerê jî roleke mezin dilîze. Em komeke mezin in û temenê me ji hev cuda ye, lê ev cudahî ji bo me nebû asteng. Ji ber ku em hemû xwedî hezkirineke mezin ji bo huner, muzîk û wênesaziyê ne. Ji ber ku huner wek qadeke ji bo derbirîna hestan tê hesibandin."