Li Amedê hevdîtina ‘Ber bi bajarên jinan ve’ tê li darxistin

Li Amedê di hevdîtina bi dirûşmeya ‘Ber bi bajarên jinan ve’ de bal kişand ser girîngiya pêvajoya “Aşti û Civata Demokratîk.”

Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” konferansek li Çand Amedê li dar dixe. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên partiyê siyasî û saziyên sivîl beşdarî hevdîtinê bûn.

Di hevdîtinê de dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Mijarên ku bên nîqaşkirin ev in; “Bajarên jinan û azadî tê çi wateyê?”, “Di avakirina bajarên jinan de peywîrên me çi ne”, “Bajarên jinan tên çi wateyê?” Her wiha jinan di konferansê de bal kişandin ser girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û rol û mîsyonan jinan.

Bernameyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên destpêkê bername ji çapenemiyê re girtî berdewam kir.