Li Şîrazê kesên tên binçavkirin beramberî pere tên berdan
Ji malbatên welatiyên ku li Şîrazê ji ber xwepêşandanan hatine binçavkirin, ji bo biryara girtinê, bi kefaletê biguherînin daxwaza pereyê di navbera 100 û 300 milyon de Tumen dikin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeya rojnameya Shargh, ragihand ku şaredariya Şîrazê, der barê binçavkirinên dawî de ji malbatan daxwaza pere kiriye.
Li gorû nûçeyê, şaxên dozgeriyê yên li dozên xwepêşandanên li Şîrazê mêze dikin, wek şertê guherîna biryara girtinê der barê kesên hatin binçavkirin de, ji malbatan ji bo binçavkirinên beriya 8’ê Çileyê 100 milyon tumen, ji bo yên piştî wê hatin binçavkirin 300 milyon tumen xwestin ku li banqeya bajar li hesabê şaredariya Şîrazê razînin.
Rojnameya Shargh, diyar kir ku nûçeyê ji parêzera Şîrazî Nazanîn Salarî girtiye û saziyên darazê hê der barê mijarê de bersiv nedane. Rojnameyê, diyar kir ku bi hevdîtina bi parêzerên li Şîrazê û rayedarên şaredariyê re nûçe piştrast bûye. Di nûçeyê de hat diyakirin ku serokê şaredariya Şîrazê nûçe piştrast kiriye, biryar bi fermana meqamê darazê hatiye girtin, da zanîn ku der barê mîqtara hatiye diyarkirin de agahiya wê tune ye.
Ji malbatan pere xwest
Parêzer Nazanîn Salarî, di daxuyaniya daye rojnameya Shargh de ev tişt got: “Meha borî piştî ku hinek welatî ji ber xwepêşandanên li Şîrazê hatin binçavkirin, ji hevdîtina kesên hatin binçavkirin bi malbatên wan re û serlêdanên malbatan de em fêr bûn ku ji bo guherîna biryara girtinê, ji malbatan hat xwestin ku di navaber 100 milyon û 300 milyon Tumen razînin.”
‘Komkirina pere li dijî hiqûqê ye’
Nazanîn Salarî, da zanîn ku mijar ji aliyê Dozgeriya Şoreşê û Ewlehiyê ya Şîrazê ve hatiye piştrastkirin û da zanîn ku pere li hesaban hatiye razandin û destnîşan kir ku rayedaran biryar bi awayê ‘ziyanên ku dane ekîpmanên bajar, ji yên hatine binçavkirin temîn dikin’ hincet nîşan daye. Parêzer Nazanîn Salarî da zanîn ku pêkanîneke wiha kş dijî hiqûqê ye û got: “Çavkaniya ji sûcên hilweşînê, temînkirina ziyanan, encex bi piştevaniya nêzîkatiyên sûc tesbît bike, hikûm bê dayîn û temamkirina pêvajoyên temyîzê gengaz e. Di qonaxa lêpirsîna pêş de tu temînkirina pere nayê kirin.” Nazaîn Salarî di heman demê de agahiya ku ji bo dema qanûna medenî hişyar kir ku pereyê welatiyan daye, dîsa lê were vegerandin wê dozê vekin.