Li Şîliyê hevgirtina jinan: Ji Julia Chunil heta Kurdistanê

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê û Tora Hevgirtin û Îtîfaqê (REDAAS), çalakiya "Ji Julia Chunil heta Kurdistanê: Têkoşîna Jinan li dijî Tunekirina Jiyanê" hat lidar xistin.

Navenda Nûçeyan – Jinan li paytexta Şîlî Santiagoyê di dawiya hefteyê de beriya konferansa ‘Tora Jinên ku siberojê dihûnin’ ku wê di Sibata 2026’an de li bajarê Bogota ya Kolombiyayê bê lidar xistin, hatin ba hev. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê û Tora Hevgirtin û Îtîfaqê (REDAAS), çalakiya bi navê "Ji Julia Chunil heta Kurdistanê: Têkoşîna Jinan li dijî Tunekirina Jiyanê" hat lidar xistin.

Çalakî li Koleja Paulo Freire hate lidar xistin. Li seranserê Şîliyê ji gelek rêxistinan û kolektîfên cuda tevlîbûna jinan çêbûn. 

Hevgirtinê di navbera têkoşînên jinan de

Di hevdîtina jinan de nîqaşên berfireh li ser têgeha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û bandorên wê li Şîliyê, Konfederalîzma Demokratîk û bandorên wê li ser rêxistinên herêmî û aliyê navneteweyî yê "Tora Jinên ku Siberojê Dihûnin” hatin kirin. Ev mijar bi kûrahî hatin destgirtin, mijarên hevpar û derfetên ji bo hevgirtinê di navbera têkoşînên jinan ên li herêmên cuda de hatin vekolandin.

Yek ji mijarên sereke yên rojevê doza Julia Chunil a ku winda bûye. Beşdaran fikarên xwe yên li ser nelirêtiyên di doza wê de anîn ziman û banga xwe ji bo pêkanîna edaletê û eşkerekirina bûyerê dubare kirin.

Rawestgeha xebatê ya piştî vê dê li Bogota be

Çalakî bi bernameyeke çandî ya dewlemend bi dawî bû. Performansên stranbêj Nancy Torrealba, ji kolektîfa reqsa bellydance ya Malva Negra Ayelen, koma dansê ya Andê Gran Morenada de la Memoria Cerro Blanco, rapvan Makary Flow û Las Jaraneras hatin pêşkêş kirin. 

Hevdîtin wekî gavek yekem di parvekirina perspektîfên cihêreng û diyarkirina pêwîstiya têkoşîna hevpar, hevgirtin û rêxistinbûnê de hate destgirtin. Rawestgeha xebatê ya piştî vê dê li Bogota be.