Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê agirê Newrozê pêket
Ruxmê şer, komkujî, zor û zehmetiyan jî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê agirê azadiyê, agirê Newrozê pêket.
Navenda Nûçeyan – Welatiyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li hember her cûre êrişan di nava berxwedaniyê de ne. Di 6’ê Çileya 2026’an de ji hêla çeteyên cîhadîst ve êrişek ji derveyê pîvanê mirovahiyê li ser herdû taxan pêkhat. Hercûre çek hate bikaranîn û li ser millet sepandinên qirêj jî pêşketin. Di nava ewqasî geşedan û aloziyan de gel cejna xwe ya azadiyê pîroz dike.
Duh bi şêv welatiyan agirê Newrozê pêxistin û peyamên berxwedan û hevgirtinê dan. Girseya ku li dora agir kombûne govendê gerandin û dirûşmeyên yekitî û têkoşînê bilind kirin.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Kî ne em? Em Kurd in em Kurdên Zerdeşt in", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê " û "Yek e, yek e, yek e gelê Kurd yek e" hatin berzkirin.