Li Îranê şewb: 101 kes jiyana xwe ji dest dan
Li gorî Şerokê Navenda Têkiliyên Gel a Wezareta Tenduristiyê, heta niha 101 kes ji ber grîbê jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de, medyaya herêmî kêmbûna aşiyê radigihîne.
Navenda Nûçeyan – Serokê Navenda Têkiliyên Gel a Wezareta Tenduristiyê Huseyîn Kermanpûr, ragihand ku heta niha 101 kes ji ber şewba grîbê jiyana xwe ji dest daye.
Dema ku li Îranê bûyerên grîbê bi lez zêde dibin, navendên tenduristiyê ya li seranserê welat, ji ber cureyek nû ya grîbê ku ji nîvê Mijdarê ve derketiye holê û li hemberê aşiyê berxwedêr e, derbasî rewşa alarmê bû. Li gorî daneyên fermî, heta niha 101 kes ji ber tevliheviyên têkildarî grîbê jiyana xwe ji dest dan û piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatine aşî kirin. Hebûna hevdem a nîşanên grîb û sermayê ya li gel qirêjiya hewayê, teşhîs û dermankirinê zehmetir dike. Hate diyar kirin ku nîşanên mîna şewitandina çav, êşa qirikê, serêş, gêjbûn û dilxelandin tên dîtin.
Dibistan, ji ber şewbê û qirêjiya hewayê sê hefteyê girtî ne. Xebatkarên tenduristiyê, diyar kirin ku dibistanan di belavbûna virûsê de rolek mezin dilîze û balkişandin li ser girîngiya pabendbûna bi protokolên hîjyenê.
Huseyîn Kermanpur, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê aşiyê peyda kiriye jî, rojnameya Shargh radigihîne ku aşî kêm in û nirxa aşiyan zêde ye. Tenê hejmarek sînorkirî ya aşiyan di dermanxaneyan de peyda dibe û stokên ku di destpêka payîzê de hatine belavkirin xilas bûne.
Wezîrê Tenduristiyê Mihemed Reza Zafarghandî, pêşniyar kir ku bi taybetî kesên di komên xetereya bilind de aşi bibin. Wezaretê, pêşbînî dike ku pêla grîbê dê heta nîvê meha Çileyê bidome û piştî wê hejmara bûyeran wê kêm bibe.