Li Îranê ji bo 14 rojnamegerên girtî daxwaza berdanê

Federasyona navdewletî ya rojnamegeran daxwaz kir ku tavilê rojnamegerên ku di nerazîbûnên vê dawiyê yên li Îranê de hatine girtin werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Federasyona navdewletî ya rojnamegeran diyar kir ku ji bo mafê ramanê daxwaz ji hikumeta Îranê kir ku tavilê 14 rojnamegerên di xwepêşandanên vê dawiyê de li Îranê hatine girtin werin berdan.

Sekreterê giştî yê federasyona navdewletî ya rojnamegeran Entoni Bloger bi berpirsên hikumeta Îranê re axivî û diyar kir ku divê li ser mafê azadiya ramanê ji bo hemû hemwelatî û rojnamegeran xebat werin kirin.

Vê rêxistinê berî niha daxwaza rakirina biryara girtina rojnamegeran û kesên ku înternet bi kar tînin kiribû.

Rojnamegerên ku hatine girtin li gorî rapora federasyona navdewletî ya rojnamegeran di nerazîbûnên vê dawiyê de li Îranê ku hejmara wan gihîştiye 14 kesan wiha ne: Yelda Mîrî, Nûlîfer Hemdî, Fatma Recebî, Îlahe Mehemedî, Marziya Telaî, Wîda Rebanî, Muctebî Rehîmî, Elî Rîza Xûşbext, Rûhale Nexeî, Mesûd Kurpûr, Xurew Kurdpûr, Elî Xetîbzade, Îman Bepesend û Ehmedî Hilbîsaz.

Wekî tê zanîn bi salan e rejîma Îslamî ya Îranê ji derveyî zextên li ser bêdengkirina nerazîbûnên gel, pêşî li mafê bingehîn ê azadiya ramanî ya rojamegeran digre lê belê vê carê rojnamegerên girêdayî dewletê tên girtin û bêdengkirin.