Li Îranê înternet bi tevahî qut bû
Li Îranê bi qutbûna înternetê re, li bajarên Kerec, Kamyaran, Kirmaşan û bajarên din nûçeyên qetilkirina xwepêşanderan tên. Li gorî raporan, tenê li Kerecê, bi gulebarana hêzên ewlehiyê zêdetirî 50 kes hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan- Duh roja Pêncşemê, di roja 12’emîn a xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, bi greva giştî re xwepêşandan bi awayekî pir zêde berfireh bûn. Li gorî rapor û vîdyoyên hatine weşandin, xwepêşandanan heta saetên serê sibeyê ango îro berdewam kirin. Hat ragihandin ku li dijî xwepêşanderan komkujî û zextên çêbûne.
Piştî ku li Tehran, Meşhed, Îsfehan, Şîraz, Gîlan, Qezvîn, Yezd, Qûm, Dezful, Xumeyn Şehr, Bender Ebas, Gorgan, Andîmeşk, Meraxa, Babîl, Kerec, Erdebîl, Zahedan, Çabahar, Îran Şehr, Ehwaz û bi dehan bajarên din bi milyonan kes daketin kolanan, zextan dest pê kir û li seranserê Îranê înternet bi tevahî qut bû.
Li bajarên Kurdistanê jî xwepêşandan berfireh dibe
Ji Îlamê heta Urmiyeyê, gelek bajarên Kurdistanê bûn şahidê xwepêşandanên berfireh. Şeva borî, li Kamyaran, Xurwe, Sine û Kirmaşanê hêzên ewlehiyê bi awayî tund êrîşê xwepêşanderan kirin. Li gorî agahiyan, gelek xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gorî agahiyên destpêkê li Kamyaranê 4 xwepêşander û li Kirmaşanê jî hinek xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê, ji ber qutbûna înternetê, hejmar û navê rast ê xwepêşanderan bi awayekî teqez nehat ragihandin.
Vîdyoyên ji Ferdîs Karajê hatine parvekirin jî nîşan didin ku gelek xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane. Di vîdyoyek de tê dîtin ku 10 kes bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê hatine qetilkirin. Çavkaniyên mafên mirovan jî diyar dikin ku hejmara kesên li Ferdîsê jiyana xwe ji dest dane ji 50 zêdetir e.
Bi dehan wesayîd û motosikletên hêzên ewlehiyê hatin şewitandin
Xwepêşanderan piştî zêdebûna zextê, êrîşî wesayîdên hêzên ewlehiyê kirin. Li gorî dîmenên hatine weşandin, li Tehran, Meşhed û Îsfahanê û li gelek bajarên din bi dehan wesayîd û motorsîkletên hêzên ewlehiyê, avahiyên saziyên ewlehiyê û otobusên ewlehiyê hatine şewitandin.
Dezgehên medyayê yên girêdayî Muhafizên Şoreşê jî duh êvarê piştrast kirin ku li Kirmaşanê du erkdarên ewlehiyê mirine.
Bi zêdebûna zextan re binçavkirina xwepêşanderan jî zêde dibe. Li gorî raporên hatine weşandin, li bajarên cuda yên Îran û Kurdistanê bi sedan xwepêşander hatine binçavkirin.