Li Îranê herî kêm 110 jin hatine qetilkirin
Rêxistina Herana ragihand ku ji 25’ê Mijdara 2024’an heta 25’ê Mijdara 2025’an, li Îranê herî kêm 110 jin hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a Herana bi raporekê ragihand ku di nava salekê de ji 25’ê Mijdara 2024’an heta 25’ê Mijdara 2025’an li Îranê herî kêm 110 jin hatine qetilkirin.
Herana diyar kir ku ev hejmar ya ku hatiye piştrastkirine, rêjeya rast ya tundî û qetilkirina jinan li welat ji vê gelek zêdetir e.
Di heman demê de Herana 181 raporên belgekirî tomarkiriye ku 320 ji wan binpêkirinên mafên jinan bûn. Li gorî rêxistinê, tevî ku ev hejmar tenê beşek ji rewşa rastî be jî, ew ‘bi zelalî asta tundiya kujer’ a li dijî jinan nîşan dide.
Ji bilî qetla jinan, Herana herî kêm 93 rewşên tundiya dijwar a li dijî jinan li Îranê tomar kiriye ku 63 rewşên tecawîz û êrîşa zayendî, 11 rewşên lêdan, 9 rewşên tundiya nav malê, rewşek xweşewitandinê û rewşek xwekuştinê hatiye qeydkirin.
Rêxistina Herana da zanîn ku ji ber paşverûtiya civakê, zexta malbatî û nebûna qadek bi ewle ji bo ragihandina tundiya li Îranê, piraniya tundî û êrîşên beramberî jinan nayên tomar kirin.