Li Îranê greva birçîbûnê ya li girtîgehan ket hefteya 138’an
Di salvegera "Jin Jiyan Azadî" de, kampanyaya li dijî darvekirinê ragihand ku grev li 62 girtîgehan didome û banga lezgîn li NY'yê kir.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya “Sêşema Na ji Darvekirinê re” ragihand ku greva birçîbûnê ya heftane ya wan ku niha di hefteya xwe ya 138’an de ye, li 62 girtîgehên Îranê berdewam dike. Greva birçîbûnê di salvegera çaremîn a tevgera şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de û li gorî kampanyayê, di rewşeke wisa de tê lidarxistin ku pêvajoya dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinê li Îranê hê jî berdewam dike.
Endamên kampanyayê bi daxuyaniyek kesên ku di tevgera şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û bang li Komîteya Sêyemîn a Neteweyên Yekbûyî û raportorên NY kirin ku ji bo rawestandina darvekirinan li Îranê tedbîrên lezgîn bigrin. Her wiha wan ji civaka Îranê û yên li derveyî Îranê xwest li dijî cezayê darvekirinê helwest bigrin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka meha Tebaxê ve herî kêm 61 kes hatine darvekirin. Ev hejmar niha daneyên ku ji aliyê kampanyaya "Sêşemên Na ji Darvekirinan re" ve hatine weşandin in.
Banga kampanyayê û nêrîna li ser salvegera çaremîn a serhildanê
Berfirehiya daxuyaniya kampanyayê ya "Sêşemên Na ji Darvekirinan re" wiha ye:
“Bi wesîleya nêzbûna salvegera çaremîn a xwepêşandanên di sala 2022 de, ku Jîna Emînî dest pê kir, kampanyaya "Sêşemên Na ji Darvekirinan re" ji hemû kesên ku di vê serhildanê de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî jinên qehreman ên ku di xwepêşandanan de roleke pêşeng lîstine, silav dike. Navê nêzî 700 xwepêşanderên ku ji aliyê cerdevanên vê rejîma xwînxwar ve hatine kuştin hatin weşandin. Her wiha em hemwelatiyên xwe yên ku ji zulm û zordariya serdestan bêzar bûne, ji bo bidestxistina mafên xwe derketine kolanan û ji bo azadiyê qîr kirine, silav dikin.
Ev xwepêşandan tevî tepeserkirina hovane jî nehatin jibîrkirin. Berovajî vê, mîna çirûskên agir ji bin xweliya xwe di meha Kanûna 2025-Çile 2026’an de ji nû ve hat pêxistin û heta ku armanca wê ya dawîn pêk were dê berdewam bike. Heya ku pergaleke azadî, wekhevî û demokrasiyê ava neke û rêveberî nekeve destên gel wê ev çalakiya me berdewam bike."
Zêdebûna darvekirinan û rewşa girtiyên siyasî
Rejîma serdema navîn ku hebûna wê li ser zilm û darvekirinê ye, vê hefteyê li dijî çend girtiyan cezayên darvekirinê da û hinek ji wan bi hovane şandin darvekirinê. Ji destpêka meha Tebaxê ve hejmara kesên hatin darvekirin bû 61.
Li gorî agahiyan, yek ji xortên ku di serhildana meha Çileyê de hatine girtin û di doza bi navê "Meydana Elîhanî" de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, şandine hucreyê. Her wiha daxwaza ji nûve darizandinê ya Arguvan Felahî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evînê tê girtin, hat redkirin. Li Marziye (Suda) Îbrahîmî û Huseyîn Resûlî-Neseb ku ji ber bûyerên di meha Çileyê de hatibûn girtin cezayê darvekirinê hat birîn.
Cezayê darvekirinê li xwendekaran hat birîn
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rejîma Îranê ji bo li ser xwendekaran tirs û xofê çêbike, xwendekarê bi navê Muhammed Parsa Golçîn bi “bagî” sûcdar kiriye û hat gotin ku xwendekar bi xetera cezayê darvekirinê re rûbirû ye. Her wiha hat îfadekirin ku dozên wiha beriya destpêkirina perwerdeyê ji bo li zanîngehan dengê kesên muxalif bibire tên vekirin.
Li derveyî welat çalakiyên ji bo piştgiriyê
Li gorî daxuyaniyê, hinek kesên ku li derveyî Îranê dijîn jî bi wesîleya salvegera serhildanên girseyî de di serî de li Parîs, Koln û Londrayê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan piştgirî dan kampanyayê. Di heman çarçoveyê de li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Viyanayê jî tê plankirin ku bi kampanyaya roja Sêşemê ve girêdayî hemdem çalakiyek protestoyî were lidarxistin.
Hat diyarkirin ku li herêma Kurdistanê ji bo hefteya pêşiya me roja Çarşemê, banga greva giştî hatiye kirin û hikumetê li hinek bajaran ku Seqiz jî di nav de ye gefê li dikandaran xwariye.
Ji bo rawestandina darvekirinan bang li NY’ê hat kirin
Raportorê berê yê Neteweyên Yekbûyî yê Îranê Cawîd Rahman jî li dijî darvekirina daxuyanî da û diyar kir ku ew destek dide kampayayê.