Kovara ‘Jinên Rojhilat’ hejmarek taybet ji bo şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ weşand
Bi boneya çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, kovara ‘Jinên Rojhilat’ hejmarek taybet weşand. Divê hejmarê de balê dikişîne ser kesên bûne hedef û lêkolînek taybet derbarê rêyên pêşengtiya jinan cih digre.
Navenda Nûçeyan - Bi pêşengtiya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, kovara ‘Jinên Rojhilat’ hejmareke taybet weşandin. Di vê hejmarê de balê dikişîne ser kesên bûne hedefa şoreşê û lêkolînek taybet derbarê rêyên pêşengtiya jinan cih digre. Di kovarê de gotar û analîzên kûr, qadên berxwedan, têkoşîn û hunera şoreşgerî ya jinan cih girt.
Gelek nirxandin û dîtinên şahidên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ cih digre
KJAR’ê bi daxuyaniyekê ragihand ev hejmara taybet qala nêrînên fikrî yên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê azadiya jinê de, nirxandinên Komeleya Jinên Azad yên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), jineolojî, şêwazên xwenasînê û têkoşîna ji bo azadiya jinê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dike.
Her wiha hate destnîşankirin ku analîzên Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) yên derbarê rêbazên avakirina parastina cewherî ya civakê de hatine pêşkêşkirin.
Di beşek din a kovarê de, dîtinên şahidên bûyerên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gotarên taybet ên têkildarî salveger û fedekariya cangoriyan ên wek ‘Jina Emînî’ û ‘Şilêr Resûlî’ hatine amadekirin.
Her wiha lêkolînek taybet derbarê exlaq û hunera nerazîbûnê wekî deng û zimanê berxwedana gel, li gel şopandina rêyên pêşengtiya jinan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê hatiye bi cihkirin.
Ji bo bidestxistina tevahiya kovarê, hûn dikarin serdana malpera Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bikin.