Encamên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin eşkerekirin
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên 33’emîn ku ji aliyê DFG’ê ve hatin lidarxistin, xwediyên xwe dîtin. Merasîma xelatdayînê dê di 23’ê Îlonê de li Amedê be.
Navenda Nûçeyan – Encamên pêşbirka 33’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku îsal Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) li dar dixe, hatin eşkerekirin. Di pêşbirkê de di beşên Nûçeya Kurdî, Nûçeya Tirkî, Wêne, Nûçeya Dîtbarî (Video) û Karîkatûrê de û ji bo bîranîna Huseyîn Aykol jî “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” hatin dayîn. Merasîma xelatdayînê dê di 23’ê Îlonê roja Çarşemê li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê ya li navçeya Bajarê Nû ya li Amedê bê lidarxistin.
Daxuyaniya DFG’ê ya têkildarî encamên pêşbirka 33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê wiha ye:
“Ji bo pêşbirka ku rojnamegeran eleqeyeke mezin nîşan da, îsal bi giştî 72 serlêdan hatin kirin. Her berhema ku ji bo pêşbirkê hatiye şandin, di warê parastina çapemeniya azad û rastiyê de ji bo me bi qîmet e. Em ji bo ked û eleqeya wan spasiyên xwe pêşkêşî hemû rojnamegerên ku serlêdan kirine dikin.
Ji ber zêdebûna serlêdanan, endamên juriyê di dema pêvajoya nirxandinê de hinekî zehmetî kişandin. Piştî nirxandineke hûr, di Beşa Nûçeyên Tirkî de sê berhem hatin xelatkirin û her wiha biryar hat girtin ku Xelata Taybet a Juriyê jî bidin berhemekî.
Di Beşa Nûçeyên Kurdî û Beşa Wêneyan de jî li gel xelata yekeminiyê, Xelata Mansiyonê hate dayîn. Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyin Aykol ku îsal dê cara ewil bê dayîn, ji Komeleya Yekîtî, Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) hate dayîn.
Serlêdanên îsal careke din nîşan dan ku tevî hemû zext û zehmetiyan jî, israra rojnamegeran a ji bo domandina pîşeya xwe û gihandina rastiyê ya ji raya giştî re berdewam dike. Eleqeya mezin a ku ji bo pêşbirkê hatiye nîşandan, her wiha girîngiya jiyandina rojnamegeriyê û çanda çapemeniya azad jî derdixe holê.
Weke DFG, em hemû rojnamegerên ku hatine xelatkirin pîroz dikin û spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevkarên ku beşdarî pêşbirkê bûne dikin.”
Xelata nûçeya Tirkî
Xelata Yekemintiyê: Rastiya Qezayên Ku Bi Windakirina Organên Di Fabrîkakayan De / Evrensel / Fîlîz Gazî / Ozlen Temena
Xelata Duyemîn: Çiyayên Kurd tên talankirin / Yenî Yaşam / Reyhan Hacioglû
Xelata Sêyemîn: Mamostaya jin a trans zoe hedef hat nîşandan, ji kar hate derxistin / Bîanet / Tûgçe Yilmaz
Xelata Taybet a Juriyê: Li çiyayên Qendilê sê roj /Eskpress / Îrfan Aktan
Nûçeya Kurdî
Ji Ajansa Welat rojnameger Nedîm Orûç bi nûçeya “Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê” (6 dosya) girt. Xelata mansiyonê jî ji Ajansa Welat Heval Ankol bi nûçeya “Yado û têlî xanime pîya ameyî qirkerdene” girt.
Xelata nûçeya dîtbarî
Ji Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acar bi nûçeya dîtbarî ya bi sernavê “Ji bo dîtina bergorekî rêwîtiya 88 salî ya ji Strazburgê ber bi Cûdî ve” hêjayî xelatê hate dîtin.
Xelata wêneyê jî rojnamegerê serbest Ardil Batmaz bi wêneya bi navê “Di bin roniya windayan de” wergirt.
Xelata mansiyonê ya beşa wêne jî ji wêneya “Ji bo Rojînê edalet” a rojnamegera Nûçeya Dokuzsekîz “Sultan Kiliç re hate dayîn.
Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyîn Aykol
Xelatê karîkaturê jî ji karîkaturê ‘Voltran Voltran Voltran’ ê Mahmût Ûlûsan a li Girtîgeha Eregliyê tê ragirtin re hate dayîn.
Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyin Aykol ku îsal dê cara ewil bê dayîn, ji Komeleya Yekîtî, Çand Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) hate dayîn. MEBYA-DER bi armanca piştevaniya bi xizmên kesên ku di dema têkoşîna demokrasiyê û azadiyê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane re xebatên xwe dimeşîne.